‘Dengê jinên Kurd weke destaneke resen e’

Jinên koçer ên ku stranên resen û kevin dibêjin diyar dikin ku ji Şahmerana sembol a ku destaneke dîrokî ye ji bo jinên stranbêj, ew ê dengê xwe yê zîz bigihînin tevahî cîhanê û kevneşopiyên xwe biparêzin.

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Stranbêjiya Kurdî ji aliyê xwezaya ku tê de ji dayik bûye, ji çiya û deştan, cuda bûye. Ji ber vê yekê, stranbêjiya Kurdî ket bin bandora xwezaya xweşik û dîmenê bedew ku li ser wê stran digotin û bersiva reseniya wê ya taybet da. Li Rojavayê Kurdistanê jî mirov nikare behsa stranbêjiya resen bike bêyî ku stranbêjên Kurd ên jin bîne ser ziman. Bi taybetî jinên koçer ên li bajarê Dêrikê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dengê xwe yê bilind û zîz tên nasîn, heta roja îro kilam û stranên xwe yên resen ji bîr nekirine. Têkildarî vê mijarê, du jinên koçer ên bi temenê xwe mezin ji bajarê Dêrikê ne, ji ajansa me re behsa stranbêjiya resen kirin û hin kilamên resen bi hev re gotin.

Şopdarên stranbêjiya Kurdî taybetmendiya xwe di ‘meyanatê’ de ango bilindbûna tebeqeya dengê stranbêj de dibînin ku jê re tê gotin ‘bandorbûn û bandorkirin’ ew di vê strabêjiyê de di navbera bajar û bajarekî din de taybetmendiyê dibînin. Em ji vê yekê encam didin ku her rengê stranbêjiyê ji hawirdora xwe ya tê de ji xwezayê û rewşên din çêdibe, bandor dike. Her wiha stranên Kurdî gelek celeb in û gelek şêweyên performansê ne. Di nav wan celeban de stranên gund jî hene, di nav wan de stranên xweş ên bi dîlana gelêrî ya Kurdî ya pir-rengî tên pêşkêşkirin. Hin ji wan awaz û axaftinên kevn in, hin ji wan jî pergalên nûjen in ku li her çar hêlên Kurdistanê dewlemend û rengîn in.

‘Her stranek ji bo me destan e’

Sûad Mustefa ya koçer ji bajarê Dêrikê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destpêka axaftina xwe de qala stranbêjiya resen a Kurdî, demên wê ya gotinê, mijarên ku stran li ser tên gotin dike û wiha wiha tîne ziman; “Stran li ser gelek tiştan tên gotin wekî darê lendanê, şînî, cotkar, palehî, destar û gelek mijarên din ên cuda. Em dikarin vê bibêjin ku di xweşî û nexweşiyê de stran tên gotin li gorî bûyerên jiyanî yên ku diqewimin, hem mirov ji kêfê re û hem jî ji meraqa zêde dibe dengbêj. Di dema berê de, dema ku şer di navbera du eşîran de çêdibû, aliyê ku di wî şerî de bi ser diket stranên kêfxweşiyê digotin li ser eşîra xwe û pesnê wê didan. Her wiha aliyê ku bi bin diket di wî şerî de stranên xemgîniyê digotin. Mînaka wê jî strana kevin a ku tê de tê gotin, “Mêrxasên mala bavê min nemane, ji lewma çeper li pêşiya mala bavê min şikandin.” Zimanê Kurdî di cewherê xwe de pir dewlemend de, lewre çi gotinek ji devê mirov derdikeve, dibe stran û destaneke pîroz ku tê nivîsandin.”

‘Piraniya stranên me yên Kurdî li ser keda jinan hatine gotin’

Sûad Mustefa bal kişand ser stranên Kurdî yên piraniya wan li ser jinan hatine gotin da ku keda wan bide xuyakirin û wiha pê de çû; “Ji dîrokê ve, piraniya stranên me yên Kurdî li ser jinan hatine gotin, bêguman her stranek armancek ji gotina wê heye û mînaka wê jî strana Şahmaran e ku li ser jinan tê gotin. Bi gotina van stranan dîroka jinan tê vegerandin, keda wan tê xuyakirin, armancên wê jî tên diyarkirin û ji xwe heta roja îro jî ya ku ked dide di hemû hêlên jiyanê de jin e.”

‘Nehêlin ku dîroka me ya stranbêjiyê winda bibe’

Sûad Mustefa bang li civakê kir ku nehêlin dîroka wan a stranbêjiyê winda bibe û wiha bi dawî kir; “Wekî ku dayik, bavên me stranên resen ji me re digotin û di bîra me de maye, em dibêjin bila zarokên me yên pêşerojê jî fêr bibin û nehêlin ku werin helandin. Bila civaka me nehêlê çanda me bê windakirin, ji ber ku ev nasnameya me ye. Em ji destpêkê ve bi cil û berg, kevneşopî, deng û stranên xwe hatine xuyakirin, bila her dem em di nav cîhanê de wekî Kurd xuya bin û dev ji çanda xwe bernedin.”

‘Jinên koçer bi stranên xwe yên li palehiyê gelek navdar in’

Her wiha Fatima Sedûn ji bajarê Dêrikê ye behsa navdariya jinên koçer di stranbêjiyê, stranên herî navdar ên kevin de wiha dike; “Stranên resen ên kevin û herî navdar di dema berê de û heta roja îro stranên li ber palehiyê ne, dema ku kurmanc diçûn palehî, di nav bênderan de, di ber re stran û kilam digotin heta ku karê xwe diqedandin. Aliyên herî navdar jî di dengbêjiya resen de li Rojavayê Kurdistanê koçer in. Strana herî zêde li ber dilê min şêrîn e û bandorê li min dike ji zaroktiyê û heta vê temenê ku ez gihîştimê strana Şahmaran e,  li ser jinan tê gotin dema ku di nav erd de dasikê xwe diavêjin û dibêjin ‘Şahmaranê û mala bavê, Şahamaranê, bejn bilindê û rû nîşanê. Me cot kişand ji behra Wanê.’”

Fatima Sedûn herî dawî got, “Her dawî jî hêviya min ew e ku civaka me stranên xwe ji bîr neke, bila nebêjin em şerm dikin û dengê xwe dernaxin.”