'Civakek bê huner civakek bê nasname ye'
Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê, ji bo zarok û ciwanan dewreyên perwerdeya hunerî da destpêkirin. Di dewreyan de armanca sereke ne tenê fêrbûna hunerê, lê avakirina kesayeteke rast û xwedîderketina li çanda resen e.
Mexmûr– Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Navenda Çand û Hunerê îsal jî di dema betlaneya dibistanan a havînê de, di bin banê dibistana Şehîd Serhed de dewreyên perwerdeya hunerî da destpêkirin. Di van dewreyan de kursên wekî wêne, saz, gîtar û rîtim tên dayîn.
Beriya vekirina dewreyan ku hejmareke mezin ji zarok û ciwanan beşdar bûn, ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, endama Navenda Çand û Hunera Mexmûrê Helena Babat daxuyaniyek xwend.
‘Civakek bê huner civakek bê nasname ye’
Helena Babat di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya hunerê ya ji bo mezinbûna civakê û wiha got: “Huner lêgerîna heqîqetê ye. Ji bo civakek bikaribe xwe li ser piyan bigire, divê xwedî li hunera xwe derkeve. Huner rastiya jiyana mirov e. Xwedîderketina li çand û hunerê, xwedîderketina li pêşeroja civakê ye. Civakek bê huner, civakek bê nasname ye.”
‘Armanca me ya sereke avakirina kesayeteke rast e’
Helena Babat di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin bi rêya hunerê rihê hemû şehîdên Tev-Çandê bidin jiyîn û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em wekî çand û hunera Mexmûrê bi rihê Şehîd Serhed, Şehîd Devrîm û hemû şehîdên Tev-Çandê dest bi dibistana xwe ya hunerî dikin. Em dixwazin zarokên xwe li ser şopa heqîqetê fêrî hunera rastiya civakê bikin. Armanca me ne tenê fêrkirina amûrên mûzîkê an jî girtina pênûsekê ye; armanca me ya sereke avakirina kesayeteke rast e. Em ê bi van kesayetên rast xwe bigihînin civakeke xwedî nasname û xwedî li çand û hunera xwe ya resen derkevin.”