Bi tabloyan berxwedan: Hunermendên Suweydayî komkujiyan belge dikin

Hunermenên jin ên Suweydayê di pêşangehek hunerî de bi tabloyên xwe komkujiyên ku cîhadîstên HTŞ'ê li dijî sivîlan pêk anîne, nîşan dan. Li kêlek van binpêkirinan, hunermendan hêvî û berxwedana gel jî xêz kirin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Li bajarê Suweydayê û li mêvanxaneyên çiyayî ku demek dirêj e sembola rûmet û mêvanperweriyê ne, pêşangehek hunerî û şevbuhêrka muzîkê li yek ji cihên ku du meh berê komkujiyek xwînî lê qewimî, hatin lidarxistin. Hilbijartina cihê bûyerê ne tesaduf bû; ji bo ku bîranîna xwînî veguherîne platformek ji bo hunerê, peyameke zindî ya berxwedanê bû.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku ji aliyê hunermendên Suweydayê ve li çend welatên cîhanê hatin organîzekirin de, duh li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê pêşangehek hunerî û şevbuhêrka muzîkê hat lidarxistin. Armanc bi pêşangehê ew bû dengê niştecihên bajarê dorpêçkirî bi riya tabloyan û awazên muzîkê bigihîje her derê.

Di 13'ê Tîrmeha îsal de komek cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku niha li ser rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ye, êrîşî bajarê Suweyda yê li başûrê Sûriyeyê kirin. Di encamê de şerek navxweyî derket, gelek binpêkirin û komkujî li dijî sivîlên bajêr pêk hatin. Her wiha jin û zarokên wê bi tundî hatin kuştin.

'Her tabloyek êşa hatiye kişandin vedibêje'

Hunermend Nisrîn El-Huseyîn da zanîn ku huner riya herî rast a vejandina bîranînê ye û got: "Bi armanca ku peyama me bi riya cihên ku komkujî lê hatine kirin bigihîje cîhanê em beşdarî vê çalakiyê bûn, da ku îsbat bikin berxwedana me didome. Her tabloyek êşa kesên girtî û binpêkirinên ku dîtine nîşan dide. Divê em qîrîna xwe bi riya hunerê ragihînin."

Em hewl didin bi riya hunerê dengê xwe bidin bihîstin'

Hunermend Samah El-Etwanî kûrahiya birîna ku ji ber komkujiyan hiştiye anî ziman û wiha got: "Komkujî û binpêkirinên ku li Suweydayê qewimîn nayên xeyalkirin, ji ber vê me hewl da em dengê xwe bi riya tabloyan bidin bihîstin. Bajarê me mîna dayikek ku zarokên xwe di bin banekî de hembêz dike ye. Tevî dorpêça mirinê ya li ser me, em dikaribûn hebûna xwe û şiyana xwe ya berdewamî û berxwedanê îsbat bikin. Em dizanin bi riya hunerê em ê bikaribin bajarê xwe vegerînin rewşa wê ya berê."

'Çeka wan gule ye çeka me huner e'

Hunermend Abîr Kîwan diyar kir ku huner çekek alternatîf e li hemberî dijwariyan û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ew riyek e ji bo rûbirûbûna aştiyane û xweîfadekirinê. Bajarê Suweydayê ji ber krîzeke kûr a ku derbas kiriye bûye cihê felaketê. Ev krîz jî weke dijwariyeke pir dijwar e ji bo me. Çeka wan tundî û gule ye, çeka me jî huner e. Beşdariya me ya vê çalakiyê delîla hebûna me ya rastîn e. Em hunermend, rewşenbîr, muzîkjen, endezyar, bijîşk û xwendekar in. Bi riya vê çalakiyê, me xwest em dilsoziya xwe ya hundirîn nîşan bidin."

'Rê û berxwedanê tu carî bi dawî nabin'

Abîr Kîwan bal kişand ser xebatên xwe yên hunerî ku mijara axê girtiye dest û got: "Min ji kevirê bazalt ê ku nasnameya herêmê temsîl dike û ji pira ku di hundirê xwe de çîrokên tijî êş lê ne bêhêvî dihewîne, îlham girtiye. Ev hêvî bi riya reqasvanek ku giyanê azwer, hesreta jiyanê û bi evîn nîşan dide, temsîl dike. Ji bo asîman min rengên xweş lê zêde kirin ku nîşan didin rê li vir bi dawî nabe lê berdewam dike. Em jî ranawestin û jiyana xwe berdewam dikin."

'Min xwest rûyê bedew ê Suweydayê nîşan bidim'

Hunermend Katia Al-Atraş xwestiye ku xwe ji hestên xemgîniyê dûr bixe û got: "Min xwest vê tabloyê pêşkêş bikim da ku xwe ji aliyê neyînî yê me jiyane dûr bixim. Min xwest li ser şovalyeyên Suweydayê yên ku li dijî kolonyalîzmê şer kirin, bisekinim. Di hinek tabloyan de, min hesp nîşan dan ku di hemû stran û dîrokên bajêr de behsa wan tê kirin. Ji ber vê min xwest tiştek erênî, dûrî xemgîniyê, pêşkêş bikim û wêneyê Suweydayê weke sembola bedewiyê û rûyekî geş nîşan bidim.”

'Huner dengê ku nayê birîn e'

Samra Xuwais yek ji beşdarên çalakiyê ye got: "Huner her dem dengê herî bihêz e. Ew rêbaze vegotina hemû hestên mirovan e. Huner bûye amûra me ji bo îfadekirina êşa ku Suweydayê bi stran, muzîk û rengan jiyaye. Ev hêmanên hunerî zimanekî gerdûnî ne ku sînoran derbas dikin û îfadeya herî rastîn a hestên mirovan, bi taybetî di demên şer, êş, mirin û kêfxweşiyê de, temsîl dike."

Weşiya tirî sembola hevgirtina gelê Suwedayê ye’

Hunermend Hacer Xerzedîn tabloya xwe weke qîrînek hêviyê ku ji êşê derbûye hilbijartiye. Hacer dibêje: "Me ev pêşangeh ji bo bîranîna komkujiya ku du meh berê li vir pêk hat, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, li dar xist. Me biryar da ku vê bîranînê bi firçeyên xwe bi bîr bînin, ne ku wê vemirînin an jî çavên xwe jê bigrin. Min du tabloyên ku tirî nîşan didin çêkirine. Weşiya tirî sembola hevgirtina gelê Suwedayê ye, ji ber ku ew mîna weşiya tirî hevgirtî ne. Di tabloyeke din de, kulîlkek ji nava guleyan derdikeve ku sembola hêviya ji mirinê çêdibe ye. Peyama ku dixwazim ji civakê re bişînim ew e ku em nehêlin kes me ji biryardarî, çand û mîrateya me dûr bixe. Çanda me huner, aştî û jiyan e."