Bi pirtûka xwe dîroka bajarê Marakaşê ronî dike

Seroka Komeleya Mîrasê Souad Belkezîz, bi pirtûka xwe ya bi anvê “Mûcîzeya avê; bajarê bexçeyê îdeal Marakaş” behsa guherîna bajarê antîk Marakeşê û pergala rêvebirina ave dike.

RECA XÊRAT

Mexrib – Seroka Komeleya Mîrasê Souad Belkeziz, ji ajansa me re behsa pêşketina bajarê antîk Marakeşê ji aliyê bajarvaniyê de û rêvebirina avê kir. Souad Belkezîz a ku avahîsaz e ji bo restorekirina Marakeşê dîzaynan çêdike ji sala 2000’yan ve ji bo bajarê antîk tune nebe, xebatên îslahkirin û kontrolê dike.

Souad Belkezîz ragihand ku nêzî hezar sal berê Murabitên ku bajarê Marakeşê ava kirine; pergala avê ya li bajar jî bi awayê gelek baş saz kirine û diyar kir ku rêveberiya avê li bajar bi pêş ketiye. Souad Belkezîz got: “Bajar avabûna şaristaneyek mezin nîşan dide. Em dibêjin ku Sultan Yusuf bin Taşfin di warê rêvebirina qada avê de ji şaristaniyên îslamê îlham girtiye. Diyar e ku kurê wî Alî bin Yusuf jî ji modela rojhilat an jî Endulusê bi bandor bûye.”

Ji bo kombûna avê tenkên mezin hatine çêkirin

Souad Belkezîz, got ku dewleta Murâbit di hemû gavên xwe yên ji bo sazkirina bajêr de, bi baldarî nêzî pergala avê, navseran bûye,avakirina avahiyên li bajar, bi rêzgirtina gelek teknîkan bi baldarî hatine çêkirin û got: “Ji bo av kom bibe û li hemû bajar belav bibe tankên mezin li her derê bajar çêkirine.”

‘Marakeş bû bajarekî ku vediguhere’

Souad Belkezîz li ser pirtûka xwe ya bi nave “Mûcîzeya Avê; bajarê bexçeyê îdial Marakeş” ku behsa pergala avê ya li bajar dike dibêje ku pirtûk 336 rûpel e û ji bo nivîsandina wê 4 salan xebat û lîkolînan kiriye. Souad Belkezîz, wiha behsa agahiyên di pirtûkê de li ser Marakeşê dike:

“Marakeş axeke hişk bû lê ji 40 kîlometre mesafeyê avê anîn û bû bajarek. Îro ev bajar bi bexçeyên xwe yên bi kulîlk û xweşikbûna xwe tê pênasekirin, her derê wê kesk e. Kesên ku li ser dîroka bajar lêkolîn dikin, halê heyî dibînin şaş dimînin. Min li ser kesên ku ji dîrokê ve heta niha rêveberiya Mexribê kirine lêkolîn kir. Îro di binê mizgefta Qutubiyeyê de depoyeke avê ya mezin heye û Qubeya lmoravid hê jî li piya ye.”

‘Têkildarî rêveberina şaş a çavkaniyên avê de fikarên me hene’

Souad Belkezîz dibêje ku bi sê kesan re Komeleya Mîras ava kirine, li ser mîras, girîngî û parastina bajar xebitîne û wiha didomîne: “Der barê mîrasa dîrokî ya bajarê Marakeşê de mirov xwedî tu agahiyan nîn in. Em hem di vî warî mirovan ronî dikin hem jî di warî girîngî û parastina avê de bi mirovan re diaxivin lewre di warê kêmbûn û rêvebirina şaş a çavkaniyên avê de fikarên me hene.”

Souad Belkezîz bi bîr xist ku Marakeş bajarê tûrîzmê ye û got: “Ji ber vê yekê divê mîrasa dîrokî ya bajar were parastin. Divê di warê nirxên çandî de girîngîdayîn hebe. Her wiha em hewl didin pêşangehek ku dîzaynên bajar ên ji sedsala 16’emîn û vir ve derdixin pêş amade bikin.”