Şanoger Rûbar Xalîd: Ji bo şanoyê girîngî nayê dayîn

Lîstikvanê şanoyê Rûbar Xalîd bal kişand ser têkiliya şano û civakê, berpirsyariya huner û hunermend li hember civakê û pirsgirêkên civakî, diyar kir ku divê şano hîn zêdetir bê xurtkirin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Şano ji serdema Antîk ve wekî çalakiya herî girîng a hunerî bi civakê re hevdîtinan dike. Şanoya ku bûye nirx û kombûneke hunerî ya mezin, xwedî ziman, şîrove û hêza xwe ye. Ji ber vê yekê bandora wê ti carî kêm nebûye û her tim di guhertin û bihêzbûna civakê de roleke girîng lîstiye. Rûbar Xalîd bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê bal kişand ser bandorên şanoyê li ser civakê û girîngiya şanoyê ku li Başûrê Kurdistanê eleqe û girîngiya şanoyê dike.

Rûbar Xalîd ku bi salan e bi hunerê re eleqedar e, destnîşan kir ku şano wê xurt dike û her lîstik bandorê li karakter, hişmendî û tercîhên mirov jî dike û bal kişand ser bandora şanoyê li ser huner, ferd û civakê.

'Di nêzîkatiyên ji bo şanoyê de nebesî hene’

Rubar Xalîd bi boneya roja cîhanî ya şanoyê li hemû hunermendên şanoyê û hezkiriyên şanoyê pîroz kir û got: “Roja cîhanî ya şanoyê li Herêma Kurdistanê hertim bi çalakiyên curbicur tê pêşwazîkirin. Her çend şanoger û şanogerên me yên baş hebin jî, di nêzîkbûna hunerê de, bi taybetî jî şanoyê, gelek kêmasî hene. Di warê hunerê de jî berhemên girîng hene.”

‘Rasterast bandora wê li ser civakê heye'

Rûbar Xalîd got, “Şano yek ji girîngtirîn koka hunerê ye. Bandoreke rasterast li ser civakê dike. Li herêmê huner pir bi qîmet e. Temaşevanên me yên girîng hene. Ev jî nîşan dide ku hê jî eleqeyeke mezin ji bo şanoyê heye û rêzgirtina ji hunermend re heye.”

‘Weke hunermend berpirsyariyên me hene’

Rûbar got, “Erk û berpirsyariya me ya herî bingehîn weke hunermend ew e ku em hemû tiştên ku civak tê jiyîn bigihînin şanoyê” û destnîşan kir ku divê şano hîn bêhtir bê xurtkirin û pêşxistin. “Şano xwedî hêzeke rexnegir e, dîsa peyamên xurt dide. Di vê wateyê de dema ku performansek hunerî tê meşandin, pêwîst e bi berpirsyariya civakî tevbigerin. Di vê wateyê de kevneşopiyeke me ya şanoyê heye ku ji herêmê jî vedibe. Lê ev têr nake.”

‘Hêviya me heye...’

Rûbar Xalîd got, “Mixabin li Herêma Kurdistanê bi têra xwe girîngî nayê dayîn şanoyê. Lîstikvanên ku metnên şanoyê çêdikin hîn jî têra xwe nayên destek kirin. Em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin, lê em bi hêvî rêya xwe didomînin.”  û da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê jî bi awayek têrker ji bo huner û şanoyê girîngî nayê dayîn.