Belgefîlma “Hêza” xelata dûyemîn girt

Belgefîlma Hêza ya li ser jiyana jinek Êzidî hatiye amadekirin piştî xelata Boden ê vê carê jî di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Drukê (DIFF) xelata herî serkeftî girt.

Navenda Nûçeyan - Belgefîlma Hêza ya çîroka jinek Êzidî ya di fermana 2014’an de dikeve destê DAIŞ’ê û piştî ku ji destê DAIŞ’ê rizgar dibe weke fermandara YJŞ’ê li dijî DAIŞ’ê têkoşînek bê hempa dimeşîne vedibêje ku bi derhêneriya Derya Deniz hatî mamadekirin di beşa belgeselan a Festîfala Filîman a Boden a Navnetewî de weke belgesela herî baş hat hilbijartin û hêjayî xelatê hatî dîtin, cara duyemîn jî di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Drukê (DIFF) de xelata herî serkeftî hilgirt. 

Belgefîlma “Hêza” ya çêroka jinek Êzidî ya piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi tevahî jiyana wê hatî guherîn li Festîvala Fîlm a Navnetewî ya Drukê (DIFF) ya li Bhutan a welatek ji Asya Başur tê lidarxistin, xelata herî serkeftî girt. Belgefîlma Hêza berê jî li Festîvala Fîlm a Navnetewî ya Bodenê de hêjayî xelata belgefîlma herî baş hatibû dîtin.

Naveroka belgefîlmê

Belgefîlma “Hêza” çîroka jinek Êzidî ya 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li gel 24 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin. Çeteyên DAIŞ’ê Hêza dibin Reqayê û li wê rastî gelek kiryarên xirab ên çeteyan tê. Gelek caran hewla întiharê dide lê namire. Ew piştre li Reqayê bi rêya malbatek Kurd xwe rizgar dike.

Di sala 2015’an de carek din tê Şengalê. Piştî ku Hêza rizgar dibe ji bo rizgariya jinên dinê yên dîlgirtî dikeve nava tevgerê. Ew hewil û tevger wê ber bi Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê ve dibe, ji vê hêzê bi dil bawer dike û hemû hêza xwe dide xebatê.

Li Şengalê dibe fermandareke YJŞ’ê û ji bo tolhildana jinên Êzidî di sala 2016’an de wek fermandara YJŞ’ê diçe Reqayê û tevlî operasyona paqijkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştî xelafeta DAIŞ’ê li Reqayê tê hilweşandin, serdana wê malbata Kurd a ku di dema DAIŞ’ê de alîkariya wê kirî, dike.