Ahîn bi stranên xwe mozaîka çandî ya Reqayê zindî dihêle

Ehîn Muhammed, xwedî dengekî şîrîn e û xwestiye bi riya stranan dengê xwe ji bo dayîna peyama jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihîne. Ehîn Muhammed, bi stranên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî mozaîka çandî ya Reqayê zindî dihêle.

NÛR EL-EHMED

Reqa – Herêma Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewl dide xwe ji îdeolojiya xirab a DAIŞ’ê paqij bike. Ji ber hebûna DAIŞ’ê ya ku çend sal domiya, herêmê bi dehan salan bi paş xistiye. Lê belê bi piştgiriya Rêveberiya Xweser re, hunerê careke din rola yekbûna herêmê girtiye ser xwe.

Huner li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, eleqeyek mezin dibîne û saziyên eleqedar, xebatên kifşkirina jêhatiyên hunerî yên cuda dimeşînin. Balê dikşînin ser rola jinan a di hunerê de jî; ev yek jî bi îlhama ku ji dîroka hunerî ya kevnar a herêmê û têkariya girîng ên jinan a di qadên hunerî yên curbecur de digre bi şêwe bûye.

‘Min her dem stranan digot û xwe bi pêş dixist’

Jina ciwan a Kurd Ehîn Muhammed a 18 salî, di hawirdoreke ku rêz ji rengîniyê re tê nîşandan de mezin bûye û diyar dike ku ji vê cudabûnê hêzê dide. Ev yek bandor li performansên wê yên stranbêjiyê û axaftina wê ya ku bi devoka Erebî ya herêmî bi Kurdî re tevlîhev dike jî dike. Ji bilî stranên Kurdî û stranên gelêrî, ji çanda Erebî jî stranên herî xweşik vedibêje. Ehîn, diyar dike ku dengê xwe yê xweşik ji malbata xwe mîras girtiye û ji temenê biçûk ve dest bi stranbêjiyê kiriye, wiha dibêje: "Ez ji piçûkatiya xwe ve ji stranbêjiyê hez dikim. Min ji bo derbaskirina demê, her dem stranan digot û ez li dibistanê jî beşdarî dersên stranbêjiyê dibûm. Min di 13 saliya xwe de jî zêdetir girîngî da jêhatibûna xwe ya stranbêjiyê.”

‘Ji bo pêşxistinê min gelek hewl dan’

Ehîn Muhammed a ji malbat û derdora xwe piştgiriyek mezin girtiye, jêhatiyên xwe li navendeke çandî ku jinên ciwan dikarin  xwe ji bo stranbêjiyê bi pêş bixin, zêdetir bi pêş xistiye. Ehîn Muhammed, wiha got: “Dema ku navenda çand û hunerê vebû, ez yekser beşdar bûm û piştre ji bo jêhatiyên xwe zêdetir bi pêş bixim û xwe li ser dikê nîşan bidim beşdarî Hîlala Zêrîn bûm. Ez danê sibehê diçûm dibistanê û piştî ji dibistanê dihatim li navenda Hîlala Zêrîn min xebatên xwe yên stranbêjiyê berdewam dikir. Min ji bo pêşxistina dengê xwe, bi tonên cuda yên stranan xebat dimeşand.”

Ehîn Muhammed, da zanîn ku dema cara ewil derketiye ser dikê tirsiyaye, bi demê re vê tirsa xwe derbas kiriye û eleqeya temaşevanan wêrekî daye wê û got: “Ez beşdarî gelek festîvalên muzîkê bûm û min bi zimanên cuda stranan got. Dema ez cara ewil derketim ser dikê hinek bikelecan bûm lê dema min dest bi vegotina stranan kir tirsa min derbas bû. Çepikên temaşevanan jî wêrekî da min û vê yekê min zêdetir motîve kir.”

Ehîn Muhammed, diyar kir ku ruxmê Kurd e jî bi zimanê Erebî re girêdanek xurt hîs dike û ji stranan nûjen zêdetir, stranên kevneşop tercîh dike û, bi van gotinan axaftina xwe domand: "Ez bi zimanê Erebî jî stranan dibêjim û bi taybetî stranên muzîka gelerî tercîh dikim. Ev nasnameyeke çandî ye û ez ê bi saya van stranan, parastin û zindîkirina dîroka me mîsoger dikim.”

Dengê Ehîn nûnertiya hemû jinan dike

Ehîn Muhammed, destnîşan kir ku stranbêjî ji bo wê deng û melodiyên jiyanê ye û diyar kir ku di stranên xwe de derfeta vegotina hestên xwe yên bi êş û keyfxweşiyê dîtiye û bi vê yekê, rastiyan dibêje. Ehîn Muhammed got: "Serkeftinên ku min di nava çend salan de bi dest xist, di jiyana min de xala werçerxê ye. Stranbêjiyê fêrî min kir ku; jin bihêz in û dikarin di her qada jiyanê de hebûna xwe îsbat bikin. Jin, li dijî rexne û astengiyan serî natewînin; bi îradeya xwe ya xurt van astengiyan derbas dikin."

Ehîn Muhammed, da zanîn ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an bûye sedem ku jin ji bo mafên xwe dengê xwe bilind bikin û ji nava çar dîwarên malê derkevin û xwe di qadên zanist, çand û hunerê de îfade bikin. Ehîn Muhammed, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Jin êdî di nava malê de ne mehkûm in; îro li ser dikê û qadên hunerê, ji bo mafên xwe dengê xwe didin bihîstin. Çi dibe bila bibe, dev jê bernadin, têdikoşin. Ji ber ku jin xwedî hêz in tiştên dixwazin bi dest xistine.”

Hêza jinan û dewlemendiya herêmî

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevna xwe ya civakî balê dikşîne. Ehîn Muhammed, armanc dike ku stranên xwe bi zimanên cuda yên herêmê bibejê û wiha didomîne: "Jin bûn xwedî rolên ku wekheviya zayendî ya li herêmê xurt dikin û jiyana hevbeş a çandên cuda ya li herêmê misoger kirin. Ez jî hewl didim bi stranên xwe yên bi Erebî, Kurdî û Suryanî, vê cihêrengiyê li cîhanê bidim naskirin.”

Ehîn Muhammed ji bo jinan dibe îlham

Ehîn Muhammed, hêvî dike ku jêhatîbûna xwe zêdetir bi pêş bixe û dengê xwe bigihîjîne jinên azad ên li seranserê cîhanê û dixwaze alîkariya jinên din bike ku wêrektir bin û jêhatibûna wan bi pêş bikeve. Ehîn Muhammed wiha bi dawî kir: “Ez bang li hemû jinan, bi taybetî jî jinên ciwan dikim ku rexneyan paşguh bikin û ji xwe bawer bin. Divê hemû jin û jinên ciwan beşdarî navendên hunerê bibin û jêhatîbûnên xwe bi pêş bixin. Jin li ser dikê bi hêz in û dikarin bi stranên xwe tiştên dixwazin bigihîjînin cîhanê.”

Çîroka Ehîn, ne tenê bi muzîkê, di heman demê de bi guhertina civakî û mafên jinan re jî girêdayî ye û îlham dide.