Nivîs şahid e: Fîdaa Ebû Meryem komkujiyan belge dike

Nivîskar Fîda Ebû Meryem, şahida jiyanên ku ji ber êrîşên li Xezzeyê hejiyane, komkujiyan bi qelema xwe belge dike. Peyvên wê hem çalakiyek berxwedanê ya şexsî ne û hem jî şahidiyek bihêz ji bo bîranîna gelê Filistînê ne.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Destpêk ne planeke ji bo berhemeke nû ya wêjeyî bû, ew tenê berhevokek ji ramanên ku di hişê nivîskar Fîdaa Ebû Meryem de dizivirin bû. Fîdaa her roj li ser dîwarê xwe yê şîn li ser malpera tora civakî "Facebook" dihişt da ku bersiva pirsa "Tu çawa yî?" bide ango jineke Filistînî çawa nêzî du salan di bin barê şerê qirkirinê de li Zîvala Xezayê dijî? Salek û nîv şûnde, ew karî van nivîsan di pirtûka xwe ya bi navê "Terktû Wechî Fî el-Merat" an jî "Min Rûyê Xwe di Neynikê de Hişt" de berhev bike.

Nivîskar Fîdaa Ebû Meryem îdia dike ku dîrok ji aliyê serketiyan ve tê nivîsandin lê nûçe li gorî polîtîkayên stasyonên cûrbecûr, dezgehên medyayê û welatan tên weşandin. Ji ber vê huner resen e, ew dengê kesên ku êş kişandiye. Dema ku Fîdaa Ebû Meryem dinivîsîne, ew hîs dike ku belgeyek di destên wê de ye hemû êşên wê kişandine, belge dike.

Pirtûka "Min Rûyê Xwe di Neynikê de Hişt" nivîsand

Beriya êrîşê li ser Zîvala Xezayê Fîdaa Ebû Meryem wek mamoste dixebitî. Îro, ew nivîskar û blognivîsek ji bajarê Xezayê ye. Fîdaa diyar dike ku pirtûka wê ya bi navê "Min Rûyê Xwe di Neynikê de Hişt" riya rastîn a nivîsandinê ye ji bo kesekî ku bawer dike derya neynika yekem e ku mirov bi riya wê rûyê xwe dibîne. Ji ber ku ew li nêzî peravê ji dayik bûye.

'Navê pirtûkê bandorên êrîşan ên li ser derûniya civakê nîşan dide'

Fîdaa Ebû Meryem êrîşan dişibîne pêlên deryayê û dibêje: "Derya bi tevgera reqsa pêlên xwe yên ku hesreta peravê têr dikin, başî û xirabiyê paqij dike. Lê her dem bedewiya xwe diparêze. Sernavê pirtûkê bandora êrîşê li ser derûniya mirovan di wê serdemê de û li ser min weke jinek diyar dike. Em ji nişkê ve neçar man ji malên xwe derkevin bê xatirxwestin, vê jî hişt ku bi riya nivîsên xwe vê yekê vebêjim.”

Nivîsandina di demên êrîşan de ne luksek e

Fîdaa Ebû Meryem da zanîn ku nivîsandin di dema şer û êrîşan de ne luksek e û got: "Bandora neyînî ya psîkolojîk a ku li dû xwe dihêle tenê bi nivîsandinê dikare were derbaskirin. Ew alîkariya yekem e ku dikare mirov ji rewla wî ya heyî derxe. Beriya êrîşê, nivîsandin luks bû, mîna parvekirina nivîsan bi hevalan re da ku asta hev bibînin, an jî weke pesindayînek ji bo hevalek ku li ser mijarek di warê pêdivî bi destekê hebû dinivîsî."

Her roj name ji nivîskar Fîdaa Ebû Meryem re tên ku tê de dipirsin ka ew çawa ye? Bi taybetî ji derveyê Zîvalê ev name tên. Fîdaa Ebû Meryem meraq dike ku wê çi bersivê dide, nûçe her tiştî dibêjin. Ji ber vê ew tercîh dike ku her roj peyamek li ser rûpela xwe ya Facebookê bihêle da ku rewşa xwe diyar bike.

Ew bû nivîskarek profesyonel

Fîdaa Ebû Meryem ji bo ceribandinê dest pê dike da ku nivîsek rojane biafirîne û rewşa wê nîşan bide. Fîdaa qet nexwest ku bibe nivîskarek profesyonel lê paşê ev veguherî berpirsyariyek. Ji ber ku niştecihan dest pê kirin ku jê bipirsin ka li Xezayê çi diqewime. Ev heman çarçove bû ku wê dema nivîsandina nivîsên cûrbecûr ên ku wek jinek û bajarê dorpêçkirî û birîndar bi awayên cuda îfade dikirin, xwe dispêre vê çarçoveyê.

'Dîrok ji hêla kesên serkeftî ve tê nivîsandin'

Fîdaa destnîşan kir ku dîrok ji hêla kesên serketfine yan jî kesên ku xwe weke serkeftî nîşan didin ve tê nivîsandin lê nûçe ji hêla siyasetê, siyaseta stasyonên cuda, dezgehên medyayê û welatan ve tê vegotin. Fîdaa di nav gotinên xwe de wiha dibêje: "Dema ku dinivîsînim, hîs dikin ku di destên xwe de belgeyek ji hemû êşên ku min û hevalên min jiyane, digre."

Ew bûye çavkaniyek belgekirinê

Bi saya van nivîsan, Fîdaa Ebû Meryem niha xwediyê delîlên zelal ên sûcdariyê û çavkaniyek belgekirinê ye ji bo dizîna berhemên dîrokî û her tiştê ku gelê Xezayê berî êrîşê afirandine, çi rewşenbîrî be çi madî be. Ew her tiştî bi dîrok, saet û carna jî bi deqîqeyê tomar dike û piştrast dike ku ew ê qet ji bîr neke ku ew bi zorê ji xwarinê bêpar maye, yan jî ku wê ji mala xwe bê daxwaza xwe terikandiye.

Pirtûk çawa jinan wesf kiriye?

Fîda Ebû Meryem diyar kir ku pirtûka wê, weke modelek nîşan dide ku bersiva vê pirsê dide: “Jinek çawa di nava êrîşan de li Xezayê dijî? Ew ji xwendevanan re rêze pirsan dihêle: Ma ew modela ku nûçe û kamerayan li ser disekinin e, an ew e ku dilovaniyê diafirîne, an ew e ku kiryara efsanewî pêk tîne? Fîdaa Ebû Meryem wiha berdewamî da gotinên xwe: "Min wateyên têkildarî nasnameya xwe ya resen pêşkêş kirin, ji ber vê nivîs wêneyê rastîn pêşkêş dike û têgehên birçîbûn û tirsê ji bo min vedibêje, mîna yek ji nivîsên min bi navê "Tu ditirsî? Na, na, ez baş im" heye. Her wiha têgeha man û mirinê tînim ziman."

'Hemû jin dikarin binivîsînin'

Fîdaa Ebû Meryem tekez kir ku çîrok nasname ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Filistînîbûn tê vê wateyê ku çîrokeke we heye, hêjayî vegotinê be. Her kesê ku dikare biaxive dikare çîrokekê vebêje. Peyama xwe ji hemû jinan re rêdikim ku hemû jin dikarin binivîsin."

Pirtûk bi zimanê Erebî û Yewnanî hatiye çapkirin

Fîdaa Ebû Meryem meraq dike ka wateya vê berhema wêjeyî çi ye di ronahiya vê komkujiyê de. Pirtûka wê piştî ku komek hevalên wê li derveyî Zîvala Xezayê çend fikaran çareser kirin, derket û ji hêla weşanxaneya El-Selam ve bi zimanên Erebî û Yewnanî hat çapkirin. Her wiha beşdarî wergerandina wêjeya Filistînî ya Samîh El-Qasim, Mehmûd Derwîş û gelek nivîskarên jin ên Filistînî bûye.