Şifai EL-Horanî: Bi nêrîna serbixwe û kedê mirov digihe xeyalên xwe

Şifai EL-Horanî ya karsaz ku ji bo zarokên xwe û karên ku jê hezdike hemû astengî derbas dike û xeyalên xwe pêk tîne dibêje: “Bê ku hun li astengiyan bisekinin û du dil bibin ked bidin û xwe bigihînin xeyalên xwe.”

TEHRÎR BENÎ SEXİR 
Ramella – Karsaza Filistînî Şifai El-Horanî ji ber zêdebûna kar nekariye bi qasî tê xwestin rola xwe ya dayiktiyê bi cîhbîne û li zarokên xwe binêre ji ber wê jî karê xwe hêlaye û li gel mijulbûna bi zarokên xwe re porjeyên hunerî daye pêşiya xwe. Xwediya pirojeya Shosh Handmsde Şifai El-Horanî dibêje: "Ji ber zehmetî û peywirên ku di xebatê min yên setên dirêj û heta dereng mayina li ser kar, min nedikarî rola xwe ya dayiktiyê baş bi cîh bînim. Ji bo zarokên xwe min dev ji karê xwe berda û min biryar da ku biçim karê destan û hûnerî bikim." 
Şifai EL- Horanî 34 salî ji bajarê Ramella ye, dibistan navîn qedandiye û xwendina xwe ya zaningehê bidawî nekiriye, di supermarketa "Bravo" de kar dida meşandin û ji sala 2008'an heya 2013'an di beşê mihasebê de kar kiriye.
Şifai EL-Horanî di derbarê karê destan û hûnerî de ev nirxandin kir: "Heweseke min a mezin ji bo hûner û karê destan û vesaziyê heye. Despêkê min ji xwe û zarokê xwe re hin tiştên hêsan çêdikirin û bi demê re min ji hevalên xwe piştgiriyek mezin dît. Wan jî ez teşwîq dikirim ku ez dest bi pirojeyek taybet girêdayî xebatek hunerî bikim. Ez demekê li ser fikirîm û di sala 2018'an de min biryar da ku ez projeyek hunerî û karê dest yê dûrî kevneşopiyên civakê biafirînim."
Projeya “Shosh Handmade”
Her wiha Şifai El-Horanî di derbarê pêşxistina karê xwede got: "Duvre min projeya ‘Shosh Handmade’ pêş xist, dest bi çêkirina xemlên xanî, erebe û odeyên zarokan kir. Piştî ku min ev kar bi awayekî serkeftî qezenc kir, min biryar da ku ez karê xwe li ser malperên medyaya civakî belav bikim û tevlî pêşengehê bibim, ji bo proje bighêje her kesî ne tenê malbat û hevalên min bibîne."
Şifai El-Horanî gotinê xwe wiha domandin: "Armanca min ji pirojeyê ev bû di beşa jê hez dikim de bixebitim û di nav malbata xwedebim, fikar û berjewendiyê min li ser rola jinê di pêşketina civakê de bû. Gava min a yekem serxwebûn kar û abûriyê bû, yek ji armancê min peydakirina abûriyek serbixwe ye."
Zehmetiyên ku di karde xwedan pêş 
Şifai EL-Horanî bandora vîrosa koronayê li ser kar wiha anî ziman: "Di xebat xwe de min ji hêla civakê de tu zehmetî nedîtin, lê di warê abûrî de bandora vayrosa korona yê di warê nebûna hin madeyên ku min bikar tanîn û di berhevkirina hin tiştên ku min hazir kiribûn de bandorek mezin kir. Ji ber vê yekê min dest bi lêgerîna saziyên ku piştgiriya pirojeyên biçûk dikin û ji bo projeyên sûkê pêşangeha dike kir, lê min tû piştgirî negirt. Ji ber tirsa ji korona, min ji vir de dest bi kar kir. Gava min a despêkê avakirina pêşangehekê bû û ez tevlî gelek pirojeyan bibûm. Tecrûbeyên min di warê  zehmetiyên ku xwediyê pirojeyan pêre rû birû dimînin hebûn."
Şifai gotina xwe didomîne û dibêje: "Ez tevlî pir pêşangehan bûme hin jiwan pêşangehên ez beşdarbûm yên weke; Bazar El-Zeyton, Bazar Krîsmas bi Nadî EL-Rsozksî, Baxara EL-Xerîf û pêşangeha El-Bîra EL-Seqafiya bûn. Her wiha perwerdeya karê destan li gelek navendan didim ku yek ji wan jî Navend a Mamapedi û Akadimiya Resîl ya Hunerî  ye.
Şifai EL-horanî hêvî dike ku firoşgehekê veke ji bo ku hilbirınê xwe bifroşe, da ku bibe nîşana aramiya pirojeya xwe û karê xwe yê domdar pêş bixe.
Di dawiya gotinê xwede Şifai EL-Horanî ji jinên Filestînê û cîhanê re got: "di her saet, roj û her gavekê de dijwariyek heye, ji teslîmiyetê re bêjin na, pêwiste hûn hewl bidin ber li peyî xeyalên xwe biçin û xeyalên xwe pêk bînin. Ji bo pêkanîna karê ku tu jê hez dikê bêyî ku win li astengiya bisekinin û du dilî bibin ked bidin."