Şifa Salim bi pêşangeha xwe ya hunerî "Ez Lîbyayî me" birîndarên Bingaziyê derman dike

Yek ji cihên ku ji ber şerê li dijî DAIŞ'ê haribû xirakirin Bîngazî ye. Çalakiyên pêşangeha hunerî ya taybet a hunermend Şifa Salim bi sernavê " Ez Lîbyayî me" ya ku 7 rojan domiya, bi dawî bû

 
ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî- Bi boneya Roja Cîhanî ya Mîrateya dengbêjî (lênerîn û guhdarkirin) ku her sal dikeve 27'ê mijdarê, pêşangeha hunermend Şifa Salim a ku li navenda Bera ya çand û hunerê li bajarê Meydan Al- Şecera yê li herêma Bingaziyê, bi navê "Ez Lîbyayî me" hatibû lidarxistin rastî hebûnek cihereng û cuda hatibû. Her wiha pêşangeh 7 roj domiya û bû cihê serdana gelek kesan.
"Nezanîna dîrokê girêdana bi welat re qels dike" 
Endezyara mîmarî  û hunermenda plastîk Şifa Salim 24 salî ye, ew di xebatên xwe de balê dikşîne ser mijarên civakî, siyasî, femînîstî û lêkolînên dîroka Lîbyayê û wiha tîne ziman: " “Pîşeya min a hunera plastîkî, dema ku min dibistana amadehî dixwend dest pê kir û hêdî hêdî heya sala 2018'an min tabloyên profesyonel ên yekbûyî xêz bikim."
Der barê yekemîn pêşangeha xwe ya ferdî ya bi navê "Ez Lîbyayî me" ku li ser nasnameyê hat lidarxistin de, Şifa Salim wiha dide diyarkirin: "Pêşangeh bi riya tabloyan qala dîroka jibîrbûyî ya Lîbyayê dike ya ku zêde zêde qala wê nayê kirin ku ew jî pêvajoya beriya dîrokê ye û herdu qonaxên El-Exrîqî û El-Rûman e."
Der barê sedema hilbijartina behskirina dîrokê de jî wiha dibêje: "Nezanîna dîrokê nebûna girêdana bi vî perçeyê erdê ve çêdike, ji ber vê yekê min hewl da balê bikşînim ser vê serdema jibîrbûyî ya dîroka Lîbyayê ev jî bi riya rêbazên cuda wekî rûpelên pirtûkan heta tablo û tiştên ku bi çav tên dîtin da ku em zanyariyê biafrînin û em karibin girêdanek civakê bi axa ku li ser dijîn re çêbikin dikare were kirin."
"Di dîroka Lîbyayê de jin xwedî roleke girîng bûn"
Şifa Salim di tabloyên xwe de rola jinan ji holê ranekir û wiha dide diyarkirin: "Tabloya min a yekem di vê komê de Xwedawenda Silfium e, min bi riya wê jinên ku di dîroka Lîbyayê de xwedî rolên sereke û girîng bûn pêşkêş kir."
Her wih qala xwedawend Silîfium di efsaneya Exrîqiya de li bajarê Qorîna yê kevn hatiye kirin û wêneyên wê li ser diravekî kevin hatiye dîtin. Hin kes hen dibêjin ku xwedawend Silfium giyayekî kêm e ku li herêma çiyayê kesk li Lîbyayê şîn tê û ji wan herêman jî Qorîna di serdema Exrîqiyan de ku niha bi navê Şihat tê nasîn. Her wiha bi navê horiya qorînî hat binavkirin û yek ji tabloyên wê li herêma Şihat di sala 1891'ê de hatiye dîtin, ev tablo jî wêneyê xwedawenda Lîbyayê ya Qorinya ku tacek li ser serê wê ye û ew şêr dixeniqîne, wekî nîşana bihêzbûnê dide diyarkirin.
Der barê êşa di rûyê jinên di tabloya "Reqset El-kaska – dansa El-Kaska" de, ku beşek ji projeya nasnameya wê ye di dîroka Lîbyayê de, her wiha Şifa Salim wiha destnîşan dike: "Reqsa El-Kaska ya gelêrî ku niha li Lîbyayê di munasebatên kêfxweşiyê de tê kirin, di demên berê de û di dirêjahiya dîrokê de ew dîlaneke şer bû û wekî tiqûsan bû beriya çûyîna şer dihat kirin. Herdu tablû ji hev ne cuda ne, herdu jî rewşa şer û tiştên ku di encama şer de çêdibin û li ser rûyê jinan tê diyarkirin, dide nîşandan."
Der barê xeta sor a ku tabloyê dike du beş ku beşa jorê ya wêneyê mêrên ku li dijî zilm û terorê şer dikin û di beşa jêrê de jî jinên ku di encamên şeran bi êş û zehmetiyan re rû birû dimînin dide diyarkirin û Şifa Salim diyar kir ku di pêşangehê de her kes nikare şîroveyan li gorî nêrîna xwe bike ji ber ku çîrokek diyarkirî heye di pirtûkan de, ev pêşangeh ji hemû pêşangehan cudatir e." 
Şîfa destnîşan kir ku wê ji ber kêmbûna hunermendên van pîvanan li Lîbyayê bi kar tînin , wê bijart ku tabloyên xwe bi pîvanên mezin xêz bike bijariya wê hebû ku karên biçûk an mezin bike lê wê pîvana mezin hilbijart da ku karekterê di kar de bi meznahiya wergerê ku serdana pêşahgehê dike nêzîkî rêalîzmê û înteraktîf be  û ne tabloyek biçûk di nav çarçoveyê de be. Her wiha Şîfa da zanîn ku wê ew tablo mezin xêz kirine da ku ji bo xêzkirina her tabloyekê li gorî mezinahiya wê, zehmetiya karkirina wê û rewşên ku ew tê de derbas bûne di navbera salên 2020-2021’ê de nêzî meh û nîv du mehan jê re kişand.
"Em di civakeke baviksalarî de dijîn ev civak jinan dixe qalibekî diyarkirî."
Şîfa teqez kir ku hunera plastîk ne çavkaniya debara jiyanê ye, nemaze tabloyên ku ew xêz dike, ji ber ku ew ne karên bazirganiyê ne û vegerandina hunerê bi gelemperî vegerek bêbawer e. Şîfa destnîşan kir ku ji ber nebûna galeriyên hunerî û saziyên perewedeyê li ber destê wê, wê karibû jêhatiya xwe bi riya perwerdeyên serhêl ên ku di fêrbûn û safîkirina jêhatî de baldarî û biryardariyê hewce dike bi pêş bixe.
Der barê beşdariya jinan û çalakiyên wan ên di warê hunera plastîk de, Şîfa wiha got: "Li ser tevlibûna jinan di warê hunera plastîk de, çi di dema borî de li Ewropayê û çi vê dawiyê li Lîbyayê, ev ketina bi gelek astengiyên civakî re rû bi rû ye, tê bîra min ku di vê dema dawî de pirsek li ser înternetê hat kirin. Çend hunermendên plastîkê tên bîra mirovan? Bersiv ev bû ku hindik in, ev ne ji ber ku jêhatîbûn tune ya kê di civaka baviksalarî de ne ku jinan dixin qalibekî diyar û hin karan tenê ji bo wan dibînin.”