"Çand hebûne, divê em xwedî li hebûna xwe derkevin"

Tevgera Hîlala Zêrîn ya kantona Kobanê bi dirûşma "Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunera şerê gelê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin", dest bi hefteya hunerî kirin.

DELAL REMEDAN
 Kobanê-Tevgera Hîlala Zêrîn li Kantona Kobanê di 2018'an de hatiye vekirin, di her salekê di van deman de hefteya hunerî tê li darxistin da ku ev çand neyê asîmîlekirin û bê parastin. Rêze çalakiyên hefteya hunerê yên ku li bajarok û navçeyan bêne li dar xistin Çelebî, Şêran, Şêxler û bajarokê Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanî ne. Di nava van çalakiyan de dê sitran, şano, helbest, govend û xwerinên gelerî bên çêkirin. Çalakiya yekemîn li Kobanê di parka 19'ê Tîrmehê hat li dar xistin. Bi sedan şêniyên Kobanê tevlî şahiyê bûn, gel bi coş û kelecan şahiya xwe li dar xistin. Destpêkê dû dayikan ji Kobanê çîkê goşt amadekirin, paşê komên girêdayî Hîlala Zêrîn ya şehîd Hevrîn ya mezinan  a sitranan, koma dayikan ya dengbêjiyê, koma şehîd Rêvana ya govend, koma şehîd Barîn ya zarokan a muzîkhunerên xwe pêşkêşkirin.
Di derbarê hefteya hunerî de ajansa me nêrîn ji komîteya amadekar, kesên ku beşdarbûne û gel girtin.
"Divê huner bê parastin"
Komîteya amadekar Gulçîn Hiso teqez kir ku wê bi rêka van çalakiyan dê gel xwedî li çanda xwe derkeve û wiha got: "Ev çalakî li seranserî Rojava tê li darxistin, em jî wek Kantona Kobanê îroj me destpêkir, em ê li hemû navçeyên Kobanê çalakiyên bi vî rengî li dar bixin. Armanca me ya yekemîn jî ewe ku gel çawa li çanda xwe vegere. Tê zanîn ku gelê Kobanê di şerekî qirêj re derbas bû, di heman demê de dû komkujî li Kobanê pêk hatin, me jî xwast em dilê Kobaniyan şad bikin bi taybet zarokên me, ji ber ku herî zêde yê bandora şer li ser derûniya wan kir zarokbûn, lewra me xwest zarok kêfxweş bibin û li rex wê em çanda xwe biparêzin. Şerê taybet ku ji milê dewleta tirk de tê meşandin li vir zarok an jî nifşên nû durî çanda xwe ketine. Herî zêde îro êrîş li ser çanda Rojhilata Navîn tê kirin, lewra em çanda xwe li beramberî êrîşan diparêzin."
"Bi dengbêjiya dayikan wê çanda me zindî bibe"
Her wiha dayika bi navê Şemsê Mihemed ku cihê xwe di nava koma dayikan de girtiye, di nava axaftina xwe de diyar kir ku jin û dayik pêşengên civakêne û wiha pê de çû: " Yê ku çanda gelê Kurd biparêze jin û dayike. Ji ber yê herî zêde niha xwedî li çanda xwe ya kenvar derdikeve jine. Di şahiyan an jî li şûnan em dibînin ku dayik bi kiras, xeftan,bervanek û îçqor li xwe dikin. Ev jî dide diyarkirin ku jin çanda xwe diparêze. Banga min ji her jin, ciwan, dayikan re heye ku berê xwe bidin Hîlala Zêrîn da ku bi dengê xwe bi helbesên xwe an jî bi dengbêjiya xwe çanda xwe zindî bike. Herî zêde jî divê nivşên pêşerojê divê xwedî li çanda xwe derkevin, da ku dijmin çanda me ji me nestîne, ji xwe armanca dijmin ewe ku di serî de me asîmîle  bike."