Çand jî qadekî bexwedanê ye: Bi hûnera xwe têkoşiyan

Hunermendên jin ên li navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê teqez dikin ku wan bi riya hunerê şer kirine piştî rizgarbûna Şêx Meqsûd xwe bi pêş xistine û di qada çandê de jî berxwedana wan didome.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Heleb – Li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye ya girêdayî Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de û piştî rizgarkirina heremê heya niha çand bûye qadekî berxwedanê. Rêveber û endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê behsa pêşketina jinan a bi Şoreşa Jinê re gihîşt lutkeyê kirin. Jinan destnîşan kirin ku pêşketina Şoreşa Jinê ji bo pêşketina çandê jî qadek vekiriye û gotin “Çand jî qadekî berxwedanê ye.”

Bi Şoreşê Jinê têkoşîna li qada çandê

Rêvebera navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê Hîdayet Osman rewşa çand û hûnerê ya beriya sala 2011’an nirxand û wiha got: “Beriya sala 2011’an ango beriya krîza Sûriyeyê, huner bi giştî û hunera Kurdî bi taybetî veşartîbû. Derketina hunermend û çanda Kurdî tenê di cejnên Newrozê û yên niştimanî de bûn, ji ber zextên li ser Kurdan wan amadekariyên stranên xwe bi awayê veşartî dikirin. Huner di hemû pêvajoyên civakî, çandî û siyasî de heye di dema şeran û aştiyê de di şahî û şînan de her amade ye, rola stranan di ahengên niştimanî yên welatan de girîng e. Di dema şoreşa Rojava de huner ranewestiya û weke çek hat bikaranîn.”

Hîdayet Osman anî ziman ku di tevahiya dîrokê de çand bûye yek ji qadên berxwedana Kurdan û wiha got: “Gelê Kurd ji dîrokê ve çanda xwe parast li dijî hemû zextan û şeran, bi riya stranan çanda xwe gihîştand nifşên cuda û ev çand di bîra civakê de xurt ma.”

Di parastin û pêşdebirina çandê de rola jinan

Hîdayet Osman a bal kişand ser rola jinan di parastin û pêşdebirina çandê de û wiha pêl da axaftina xwe: “Beriya krîza Sûriyeyê gelek zextên civakî, siyasî û malbatî ji ber urf û adetan li ser jinan hebûn. Nedixwestin jin di hemû waran de beşdar bibin. Lê belê piştî şoreşa Rojava jinan roleke mezin û girîng di hemû waran de list, bi taybetî di warê hunerê de, bi riya akademiyan xwe bi pêş xistin û beşdarbûna wan di hemû berhemên çandî de diyar bû. Bi wî rengî jin li hemberî wan astengiyên civakê û hişmendiya mêrsalarî ya ku li ser wan hatibû ferzkirin, rê nedidanê beşdar bibe derketin û wan mercan derbas kirin, xwe ji civakê re îsbat kirin lewre gelek malbat êdî piştgiriya zarokên keç û jinên xwe dikin ku tevli qada çandî bibin.”

Di dawiya axaftina xwe de Hîdayet Osman peyamek ji bo hemû jinên xwedî kêrhatiyek zanistî yan çandî dide ku li ser kar bikin û xwe bi pêş bixin, beşdarî festîvalan û çalakiyên çandî bibin.

 ‘Ji zarokatiya xwe ve di nava xebatê hunerê de bûm’

Ji aliyê din ve, endama navenda Çand û Hunerê Yasmîn Koşan a 19 salî ji gundê Şêx Kêlo yê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye dibêje: “Ji dema zarokatiya xwe ve min karên hunerê kir, her dem min li stranek guhdarî dikir min dubare dikir, dayika min hezkirina min ji hunerê re dît û piştgirî da min ez xwe tê de bi pêş bixim ji bo ez bigihîjim roja îro ku ez li ser dikê radiwestim û distrêm.”

‘Gelek hunermendên jin derketin ser dikê’

Yasmîn Koşan wiha got: “Di sala 2013’an de gelek hunermendên jin li ser dikê distriyan. Ji ber ku nêrîna civakê cuda bû, ew diyardeyek ne nû bû bi qasî ku kêm bû lê min guh neda nêrîna civakê. Min hewl da ez nêrîna civakê ya li jinan biguherînim bi riya kesayet û dengê min ê ku min xwest ez bigihîjînim hemû cîhanê û bibe hêzek ji bo jinên xwedî kêrhatî derkevin pêş û beşdarî çalakiyan û boneyên niştimanî di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bibin. Ez dikaribûm xwe îsbat bikim û beşdarî gelek çalakiyan bûm, di sala 2022’yan de ez beşdarî şevbuhêrkek helbestan bûm û min xelat girt.”

Di dijwariya şer de xebatên xwe domandin

Yasmîn Koşan beşdarbûna xwe ya xebatên çandê wiha tîne ziman: “Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir salekê ez tevli navenda Çand û Hunerê ya li Heleb bûm. Piştî çend rojan şer li taxa Şêx Meqsûd dest pê kir û heta sala 2016’an berdewam kir. Tevî şert û mercên şer ên dijwar û kêmderfetiyên ji ber dorpêça taxê me perwerdekirina xwe ranewestand, ez û gelek ciwan her roj li mala yek ji me kom dibûn û perwerde dibûn. Em radestî rastiya xwe ya dijwar û şer nebûn ji bo parastina çanda xwe me karê xwe berdewam kir.”

Bi serkeftina 2016’an gavên giranbûha hat avêtin

Yasmîn rewşa Şêx Meqsûd a piştî rizgarbûnê jî wiha dinirxîne: “Piştî taxa Şêx Meqsûd di sala 2016’an de rizgar bû, gel xwe birêxistin kir û hemû sazî tê de vebûn. Di çalakiyên herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de li dar diketin me stranên der barê berxwedana Şêx Meqsûd de distra ji bo rastiya êrîşa çeteyan û berxwedana gel em xuya bikin. Jinên Şêx Meqsûd beşdarî berxwedanê dibûn li gel şervanan li dijî çeteyan şer dikirin. Her wiha rola wan di hemû saziyan de jî hebû. Rizgarkirina taxa Şêx Meqsûd rê ji jinan re vekir ku rola xwe bilîzin û ji qalibên civakî rizgar bibin, weke jinên qada çandî, me gaveke nû avêt me hebûna xwe îsbat kir di hemû şert û mercên şer de.”

Bi riya çanê rastî, hebûn û dîroka xwe vedibêjin

Yasmîn Koşan gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Bi riya stranan em dixwazin cîhanê bi rastiya çand, ziman û dîroka xwe bidin nasîn, ez hêvî dikim ku jinên ciwan çand û kêrhatiya xwe biparêzin û bigihîjînin hemû civak û cîhanê.”