35 rewşenbîran pirtuka ‘Welatek bi navê Feyruz’ nivîsandin

Bi boneya 88’emîn roja rojbûna hunermenda Lubnanî Feyruz, 35 rewşenbîrên Ereb di pirtukek bi navê ‘Welatek bi navê Feyruz’ hemû berhem û jiyana hunermend nivîsandin.

Navenda Nûçeyan- Weqfa fikir a Ereb, pirtuka bi navê ‘Welatek bi navê Feyruz’ ku 35 rewşenbîrên Ereb nivîsandî derxist. Pirtuk bi taybet ji bo 88’emîn roja rojbûna hunermenda Lubnanî Feyruz hatiye amadekirin. Di pirtukê de nivîsên ku cih hatî dayîna mijara huner û jiyana Feyrûzê ku bi boneya roja rojbûna hunermed dengê Feyrûz bi neslê nû bidin guhdarkirin.

Dengê Feyrûzê yê ku sînorên Lubnanê derbaz kirin û ji bo azadiyê Filistînê, berz kirî, bû dengê hevbeş yê gel û parçeyek ya wijdanê. Pirtuka ku ji 350 pelan pêktê ku Samia Al-Homsi  xêzên Feyruz xêzkirin, di bin çavdêriya Dîrektora weqfê Dr. Henry Al-Awit  û desteya weşanê ya ji hevpişeyên wê Ahmed Farahat û Dr. Rafif Reda Sidawi pêktê, di malpera weqfê de cihê xwe girt.