‘Kuştinên namûsê di sêgoşeya dewlet, yasa û malbatê de ji nûve tên hilberandin’

Kuştina Meryem Yarmohammadî ya ji aliyê birayê wê ve, mijara tundiya li ser jinan, rola malbatê ya di domandina vê tundiyê de, yasayên cûdakar û polîtîkayên perwerdê, dîsa kir rojev. Rezvan Moghaddam da zanîn ku yasayên heyî, tundiyê gur dikin.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan- Li Qeşmê kuştina trajîk a Meryem Yarmohammadî ya ji aliyê birayê wê ve, bû sedema bertekên raya giştî. Nûçe û dîmenê derketine holê nîşan didin ku endamên din ên malbatê li ber nexweşxaneyê kom bûne, piştgiriyê didin sûcdar û daxwaza azadiya wî dikin. Her wiha, gelek agahî piştrast dikin ku Meryem bi awayek hovane hatiye kuştin. Hûrgiliyek din a berbiçav ku mezinahiya trajediyê ronî dike ew e ku di merasîma cenaze de kujer ligel endamên din ên mêr ên malbatê wekî parêzvanên sereke yên pêvajoya şînê (wek xwediyê merasîma sersaxiyê) cih girtibû.

Kuştina Meryem ne bûyerek kesî ye, berovajî vê, nîşaneya pergala civakî ya baviksalar e ku tê de têgeha ‘namûsê’ bi awayek neqetandî bi kontrola li ser bedenê jinan ve girêdayî ye. Bi navê ‘namûsê’, mêrên di nav malbat û eşîrê de hem li ser beden û hem jî li ser giyanê jinan serdest in. Di heman demê de, dewlet û pergala hiqûqî bi rastî sûcdaran teşwîq dikin. Di encamê de, tundiya li dijî jinan ku di sêgoşeya dewlet, hiqûq û malbatê de kok digire, kûrtir û belav dibe.

Çalakvana mafên jinan û berdevka ‘Kampanyaya Rawestandina Kuştinên Namûsê’ Rezvan Moghaddam derbarê sedemên zêdebûna kuştinên jinan û her wiha rolên dewlet, pergala hiqûqî û civakê di zêdebûna kuştinên namûsê de bersiva pirsên me da.

‘Kampanyaya Rawestandina Kuştinên Namûsê’ yek ji çavkaniyên sereke yên agahdariya derbarê mirina trajîk a Maryam Yarmohammadî de ye, nirxandina we li ser sedemên li pişt vê tundiya tund çi ye û kîjan faktor dibin sedema zêdebûna kuştinên jinan?

Pirsgirêkên ku we di destpêkê de anîn ziman pir girîng in. Em qala gelek jinên ku hatine kuştin dikin, mîna Romîna, Xezal û niha jî Meryem. Her roj em bi awayên cûda dibin şahidê kuştina jinan. Dema min xebera mirina Meryem Yarmohammadi girt, bedena wê hîn jî li nexweşxaneyê bû. Li ser bedena wê yek cihek bê derb nemabû. Sîngên wê gelek caran hatibûn birîn û organên wê yên zayendî bi kêrê hatibûn birîndarkirin. Ev kiryar ji hêla birayê wê ve hatibû kirin. Ji bilî vê, girseyek li derveyî nexweşxaneyê kom bûbû û li dijî hewldanên rizgarkirina jiyana Meryem nerazîbûn nîşan didan.

‘Divê ev yasa bên guhertin’

Bûyer bi temamî kuştinek bi zanebûn hatibû plankirin bû û hevjînê wê bi temamî hevkarê wê bû. Kuştinên ji ber namûsê her tim bi plan tên kirin. Sûcdar hewl dide ku baweriya qurbaniyê bi dest bixe an jî şert û mercên taybet ên pêwîst ji bo pêkanîna kirinê biafirîne.

Nirxandina van mijaran pir dijwar e. Te behsa sêgoşeya dewlet, qanûn û malbatê kir. Bi temamî rast e, her sê jî di kuştina jinan de rolek dilîzin. Yasayên Îranê ne tenê nikarin bibin asteng, di pratîkê de wek teşwîqkar tevdigerin. Bavek, di kapasîteya xwe de wek ‘velî-î dem’ (weliyê yasayê/xizmê ku mafê daxwaza tolhildanê heye), dizane ku ew ê azad bibe û tu ceza negire, mîna ku di doza bavê Romîna Eşrafî. Divê ev yasa bên guhertin. Ew fikrê ku bavek li ser jiyana zarokê xwe ‘mulkiyet’ e bi temamî nayê qebûlkirin. Ev yasane ku tundiyê gur dikin.

Faktoreke din jî dewlet e ku berpirsiyariya derxistina yasayê û dabînkirina perwerdeyê li ser milê wê ye. Mixabin, dewlet bi rêya naveroka perwerdê ya cudakar tundiyê teşwîq dike.

Ji derveyî vê jî rola malbat û kevneşopiyan jî heye. Mînak di kuştina Xezal de, malbatê roleke girîng lîst; ap, pismam û bavê wê beşdarî bûyerê bûn. Di doza Meryemê de jî heman tişt rast bû. Mixabin, jinên di nav malbatê de carna dikarin li kêleka mêrên tundrew û zordar bin. Ger ev ‘sêgoşeya’ dewlet, malbat û kevneşopiyê tundiyê gur bike, rewşa ku em îro pê re rûbirû dimînin derdikeve holê. Berovajî vê, ger ev pergal li dijî ‘kuştinên namûsê’ bisekine, bê guman rastî dê pir cûda be.

‘Îro, jin ji sedî 60 zêdetir kesên li zanîngehan tên qebûlkirin pêk tên’

Zêdebûna kuştinên ji ber namûsê mijarek din e ku hêjayî destnîşankirinê ye. Em peyva ‘kuştina ji ber namûsê’ bi giranî ji ber di mav ên dibin hedef de mêr û endamên civaka LGBTQ+ hene. Her wiha, ev kes tam ji ber kontrola li ser bedena wan tên kuştin. Bi karanîna vê termînolojiyê, em armanc dikin ku têgeha ‘namûsê’ bi xwe bidin ber pirsê. Derbarê sedema zêdebûna van kuştinan de; yek ji sedeman zêdebûna hişmendiya jinan e. Berî şoreşê, hejmara jinên xwendî pir kêm bû. Îro, jin ji sedî 60 zêdetir kesên li zanîngehan tên qebûlkirin pêk tên. Berovajî vê, di nav mêran de di civakê de kêmbûnek heye. Îro, jin bi kêmanî gihîştine heman asta perwerdeyê ya mêran, an jî dibe ku astek bilindtir jî. Her wiha pirsgirêka naveroka perwerdê heye ku tundiyê bipêş dixe. Mînak, panoyên reklamê yên ku îdia dikin ku jinek hîcabê li xwe neke nîşana ‘bêrûmetiya’ mêrekî ye, rasterast tundiyê gur dikin. Di encamê de, em bi ‘tsûnamiyek’ kuştinên namûsê re rûbirû ne. Tenê di hefteya dawî de neh bûyerên wiha belge kirin.

Em hinek kûrtir mijara kevneşopî û malbatê lêkolîn bikin. Saziya malbatê ya ku divê ji bo kesan bibe qadek herî bi ewle, mixabin ji bo jinan veguheriye cihê herî ne bi ewle; Li gel vê malbat weke qadek ku kes nikare mudaxeleyî wê bike û rexne bike, didomîne. Ji ber vê yekê, ev pîrozî çavkaniya xwe ji ku digre?

Mixabin, di hin pergalên eşîrîn an qebîleyî de, kevneşopî û têgihîştinên xelet berdewam dikin ku teslîmbûna jinan ferz dikin û jinên malbatê wek ‘namûsa’ wê pênase dikin. Ev têgihîştin ku ji hêla hişmendiya kevneşopî ve tê xurtkirin, divê bê pirsîn ka di gotûbêjên rojane de cih girtiye? Çand di avahiyek hişk û neguhêzbar e deye. Veguherîna wê hewldanek domdar û biryardar hewce dike, bi taybetî dema ku hin hêmanên çandî wek ‘namûs’ an ‘nirxek’ ku divê bê parastin têne dîtin. Carna şêwazên cil û bergan jî dikarin bên pîrozkirin. Mîna hemû aliyên din ên jiyanê, divê ev têgihîştin bê pirsîn. Di hin rewşan de, dibe ku jin ji tundiya li ser wan tê kirin jî haydar nebin, an jî bê wê xala ku vê tundiyê biparêzin.

‘Gelek ‘kuştinên ji ber namûsê’ bi pirsgirêkên etnîkî an olî ve girêdayî ne’

Divê ev pirsgirêk bi rêya perwerdeyê bê destgirtin û lêpirsînkirin. Mixabin, dewlet di vî warî de tu gavan navêje. Ji ber vê berpirsyarî dikeve ser milê me. Rastiya ku ‘kuştinên ji ber namûsê’ li hin welatan, wek Îzlandayê, bi temamî ji holê hatine rakirin, encama rasterast a van hewldanan e. Li gorî daneyên herî dawî yên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo sala 2022’an, nêzîkî 76 hezar jin hatine kuştin, ji wan 50 hezar ji aliyê endamên mêr ên malbatên xwe ve hatine kuştin; hejmarên herî zêde li Asya û Efrîqayê hatine tomarkirin. Çima ewqas kes rê li ber weşandina îstatîstîkên zelal digirin? Bi taybet, gelek ‘kuştinên ji ber namûsê’ bi pirsgirêkên etnîkî an olî ve girêdayî ne; her çend ti hincetek derbasdar tune be ‘namûsa’ herêmekê bi bedenê jinekê ve bê girêdan, da ku agahiyan veşêrin wek hincet tê bikaranîn.

‘Divê bal ne li ser nasnameya komê be’

Kuştinên ji ber namûsê li seranserê Îranê diqewimin. Li herêmên ku parêzvanên mafên jinan çalak nîne, mînak, li Sîstan û Belûcistan bûyerên bi vî rengî qet nayên ragihandin. Ji ber vê yekê daneyên kêm hene. Daneyên heyî ji nîşandana rewşa rast dûr in. Her çend hejmarek mutleq a kuştinên ji bo namûsê li Tehranê zêdetir be jî, rêjeya li gorî nifûsê li gorî gelek bajarên din kêmtir e. Nimûneyek berbiçav a israra veşartina mijarên wiha heye: Di bernameyekê de, jinek bi eslê xwe ji Azerbaycanê got ku çawa ew gelek caran hatine hişyarkirin ku van bûyeran eşkere nekin da ku têgihîştinek neyînî li ser civaka xwe neafirînin. Ev yek bi dînamîkên veşartina kiryarên wekhev a di nav malbatan de re paralel e. Di rastiyê de, ev wek hevkariya bi sûcdaran re ye û tenê tundiyê gur dike. Di dawiyê de, ji ber koçberiya navxweyî ya dijwar û tevgera mirovan li seranserê Îranê, girêdana van kuştinan bi komek taybetî re hem ne gengaz e û hem jî xelet e. Divê bal ne li ser nasnameya komê be, li ser kiryarê bixwe be ku divê bi gotinên herî tund bê şermezarkirin.

Di vê çarçovê de berpirsyariyên me yên takekesî çi ne? Çawa dibe ku ew kesên ku divê li kêleka yên dibin hedefa tundiyê bisekinin û alîkariya wan bikin, çawa dibe ku li kêleka êrîşkar bin û piştgiriyê bidin wan?

Her kesê ku teşwîqê van kiryaran dike, bi qasî ku tev li sûcê bibe, tê hesibandin. Ger kesên amade bi xwe kêrê nexistibin bedena Meryem jî, rola wan di bûyerê de hebû. Bi fikra ku Meryem mirin heq kiriye, ev kes sûcê dişewitînin û zemînê ji kuştinên pêşerojê re amade dikin. Li aliyê din, ger van kesan perwerdeyek rast bigirtana, belkî dê ne xwediyê van baweriyan bûna. Hêjayî gotinê ye ku ger wan rola kiryarên xwe di berdewamkirina tundiyê de fêm bikira, belkî bi vî rengî tevnegeriyana. Ev rewş derdixe holê ku perwerdeya bi rêya çapemenî, dibistan û malbatan ji bo ronîkirina civakê çiqas krîtîk e. Divê wekheviya zayendî di nava malbatê û dibistanan de bê fêrkirin. Di vê xalê de rola dewletê û hewldana kesên xwedî kapasîteya perwerdekirina civakê jiyanî dibe. Bi vî awayî, em ê careke din nebin şahidê kiryarên bi vî rengî yên sosret.