Nûçegihanên li bajar û herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê, bi çalakiyên girseyî, konferans û semîneran, rewşa jinan û bûyerên giştî dişopînin û li dijî her cure tundiyê radiwestin.
Weke yekem Ajansa Nûçeyan a Jinan li Rojhilata Navîn, ‘NûJINHA’ ji bo têkoşîna li dijî tundiyê bi van awayan dixebite:
Eşkerekirin û belgekirina sûcan: Bi awayekî rêkûpêk daneyên der barê kuştin, xwekuştin û hemû cureyên tundiyê (fîzîkî, derûnî, aborî û dîjîtal) kom dike û diweşîne, ji bo sûc bi bin navê ‘namûsê’ yan jî pirsgirêkên malbatî de neyên veşartin.
Guhertina zimanê hevpar ê medyayê: Li dijî zimanê medyaya ku jinan tenê wekî ‘mexdûr’ û ‘bêçare’ an jî ‘amûr’ nîşan dide hewl dide jinan weke mirovên bi biryar û têkoşer nîşan bide.
Gihîştandina dengê jinên ku hatine dûrxistin: Bûyer û çîrokên jinên ku di medyayê de nayên dîtin vedibêje, bi taybetî jî li herêmên ku şer û qeyran lê hene û civakên wê girtî ne.
Bilindkirina hişyariyê û yekbûna têkoşîna jinan: Bi riya hevpeyvînan ligel parêzer, çalakvan û pisporên jineolojiyê, hişyariya yasayî û civakî belav dike û têkoşîna jinan li Kurdistan û herêmê, bi têkoşîna jinan a li seranserê cîhanê ve girê dide.
Zexta li ser desthilatdarî û ferzkirina derxistina yasayan: Balê dikşîne ser kêmasiyên yasayî û bêdengiya rayedaran a li hemberî kujerên jinan, bi armanca cezakirina sûcdaran û guhertina yasayan ji bo parastina jinan.



