Yekem şîrovekara werzîşê ya Filistînê: Texrîd EL-Imûr

Texrîd EL-Imûr behsa rojên xweş ên bi ken ku di zaroktiya wê de hebûne dike û dibêje ku dema hemû keçan li qada dibistanê kom kirine û temsîla pêşbaziya kevana Siudî kirine ev bûyer di wê demê de bûyê cihê aciziyê.

REFÎF ISLÎM
Xeza - Texrîd EL-Imûr a 42 salî di mala xwe ya mezin de bi hezkirina werzîşê mezin bû, bi taybetî werîzşa fûtbolê ku bavê wê di vê sporê de pispor bû, her roj zarokên xwe perwerde dikir. Bi demê re Texrîd fêrî rêgezên lîstikan bû û di werzîşê de bû pispor. Wê karibû tecrubeya şîrovekirina maçê ango pêşbaziyê bikira û bibûya yekem şîrovekara werzîşî li Filistînê.
Endama Nivîsgeha Cîbicîkar a Yekitiya Ragihandina Werzîşê û Endama Meclisa Rêveber a Yaneya Kevana Werzîşê ya Filistînê Texrîd EL-Imûr ji ajansa me re wiha dibêje; “Hezkirina bavê min ji werzîşê re sedema bingehîn a hezkirina min ji lîstika fûtbolê re ye. Ew gengeşiyên piştî bidawîkirina pêşbaziyê di navbera her du aliyan de, deriyê nîqaş û pirsan di nava malbatê de vedike û tê analîzkirin.”
Bi malbatê re hezkirina werzîşê zêde bû
Texrîd diyar dike ku girêdana bavê wê tenê bi temaşekirinê bi sînor nemaye lê belê ew ji bo ku piştgiriyê bide bijarteya xwe ji dewletekê diçe ya din û dibêje; “Di salên berê de ji bo ku em beramberiya Iraq li hemberî Lubnanê li Urdunê bibînin wî em tevahî bi xwe re birin.”
Texrîd EL-Imûr behsa rojên xweş ên bi ken ku di zaroktiya wê de hebûne dike û dibêje ku dema hemû keçan li qada dibistanê kom kirine û temsîla pêşbaziya kevana Siudî kirin ev bûyer jî di wê demê de bûyê cihê aciziyê li gel rêvebera dibistanê û ji Texrîd xwestiye ku bavê wê serdana rêveberiyê bike. Rêvebera dibistanê dema ku dîtiye bavê Terxrîd bi keça xwe kêfxweş e matmayî maye, wê demê bavê wê ji rêveberê re li ser hezkirina malbatê ya werzîşê axiviye û daye zanîn ku lîstika fûtbolê ji bo keçan ne şerm e.
Texrîd destnîşan dike ku bi demê re malbata wê neçar bûye vegere welatê xwe lê dîsa malbatê jiyana xwe ya werzîşê neguhertiye ku ev jî bûye sedem birayê wê Ismaîl tevli yaneya EL-Meştel bibe û Filistînê li Norwecê temsîl bike. Bi wê awayê bi vê yekê ew bi werzîşê ve hatiye girêdan û di zanîngehê de beşa werzîşê xwendiye.
Min xwest tecrubeya xwe li derbasî televîzyona Filistînê bikim
Texrîd wiha didomîne; “Destpêkê min paragrafek nivîsa li ser werzîşê di bernameya sibehê ya radyo de pêşkêş dikir da ku pêşbirka cîhanî ya sala 2010’an bişopînim. Piştre min xwe bi pêş xist û bûm Rêvebera Cîbicîkar a Radyoyê. Di sala 2016’an de min xwest tecrubeya xwe derbasî televîzyona Filistînê bikim. Ez bûm yekem kes ku studyoya analîza werzîşî di qenala Hûne el-Qudis a xwecihî de birêve dibe.”
Hemû tecrubeyên wê yên serkeftî û derketina wê ya her dem li qada ragihandinê bû bingeh ku pêşbaziya fûtbolê şîrove bike. Texrîd EL-Imûr dibêje ku pêşbaziyê rola jinan di biryargirtinê de derxistiye pêş û wiha axaftina xwe didomîne kir; “Şîrovekirina pêbaziyê bi awayê siyasî ne hêsan e ji ber ku çandeke berfireh li ser rêgezên lîstikê û agahiyan li ser lîstikvanan dixwaze. Tamaşevan bi wê re aktîf bûn ku cara yekem e ji rêveberiya jinan aciz nabin. Texrîd di wê rojê de gelek bertekên erênî girtin.
Texrîd destnîşan dike ku jin dikarin di hemû warên ragihandinê de cih bigrin çi di aliyê nivîsandinê û çi jî di aliyê pêşkêşkirinê de.
Texrîd EL-Imûr di dawiya axaftina xwe de şîret li rojnamevanên jin ên ku di warê werzîşê de branşa xwe dikin kir û wiha got; “Ev warekî berfireh e û gelek besan digre nava xwe. Ji ber vê divê ku ew kes şopdarên baş bin û xwedî çandeke dewlemend bin.”