Xeyala Lanya ya gihiştina lutkeyên Helgûrtê bi cîh hat

Xeylên Lanya ya xwedî pêdawistiya taybet bi cîh hat û ew giha heta lutkeya çiyayên Helgûrt.

 
Navenda nûçeyan – Xeyalên Lanya ya ji ber hişkbûna herdû ligên xwe xwedî pêdawistiya taybete û li ser erebokê digere, ew bû ku bigihe serê yek ji çiyayên bilind yên Kurdistanê Helgûrt. Şara Mistefa ya ji bo daxwaziyên kesên xwedî pêdawistiyên xebtê dike daxwaza Lanya yê jî bi cîh anî. Şara ya xwediya koma geştiyarane, bi alikariya Serokê Rêxistina Çiyagerên Bawacî û timek taybet ji çiyagerên xwedî tecrube geştek a dû roj û şevekê dom kir lidarxistin. Ev geş tayîbetî jî ji bo xwesteka Lanya bicîh bîninbû û ew gihandin serê çiyayê Helgûrt ku dirêjiya wê 3607 metreye. Lanyayê nefesek xweş li wêderê girt û ji kêfan difiriya. Kêfxweşiya wê li ser ruyê wê xwiya dikir pêdivî bi anîna ziman nebû.
Di dirêjiya rêya serkeftinê ya heta serê çiyayê Helgûrt de Serokê Rêxistina Çiyagerên Bawacî Hîwa Ezîz bi xwe Lanya hilgirt û li çiyayê Helgûrt gerand. Tîma xwedî pêdawistiyên taybet ji Lanyayê re bûn alîkar.