Nûrhan Ibrahîm ev 6 sal in lîstikvana werzîşa kickboxingê ye

Nûrhan Ibrahîm ji bajarê Qamişlo ye ev 6 sal in werzîşa Kickboxing dilîze, Nûrhan behsa feydeyên werzîşê ji bo jinan dike û dibêje ku ev lîstik ne tenê ji bo mêran e her wiha daxwaza wê ew in ku jinên lîstikvanên Kurd serkeftinên mezin li ser asta cîhanê bi dest bixin.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve heta roja me ya îro, her tim jinên ciwan ji me re îsbat dikin ku ew pêşeng in û destkeftiyên herî mezin di hemû qadên jiyanê de bi dest dixin. Jina ciwan a bi navê Nûrhan Ibrahîm bi temen 15 salî ji bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ev 6 sal in werzîşa Kickboxing dilîze û cihê xwe di tîma asayişê de digre. Nûrhan Ibrahîm ji me re behsa jiyan û lîstika Kikboxsîng kir. 
Hînbûna lîstika Kikboxîng
Nûrhan behsa serkeftinên xwe di lîstikê de kir û wiha got: “Ez di gelek şampiyonan de li ser asta bajarê Şam û Laziqiyê lîstime û min cihê yekem xelat girt. Alîkariya yekemîn ji aliyê rahênerê min bû û ji xwe rahênerê min di heman demê de bavê min e. Her wiha malbata min jî destek da min da ku ez bigihîjim vê astê. Min hezkirina sporê û lîstikên weke kickboxing û kareteyê ji bav û malbata xwe girtiye, hema ez dikarim bêjim malbata min hemû sporvan in, hem ez xwendina xwe dikim û lîstika xwe jî dilîzim.” 
“Werzîş ji hêla giyan û laş ve mirov rehet dike”
Nûrhan bal kişand ser feydeyên werzîşê û wiha domand: “Werzîş tiştekî pir xweş e û ji hêla giyan û laş ve mirov rehet dike. Gerek her mirovek herî kêm rojane saetekê sporê bike. Beriya çend salê temenê min pir biçûk û min zehmetî dikişandin lê li gorî wê jî min gelek pêşketin bi xwe re çêkirin. Di civaka me de gotina yekem ku tê li ser zimanê ew e ku lîstikên wiha û werzîş bi giştî tenê ji bo mêra ye, lê ev yek nabe asteng û jin jî mafê wan heye ku bilîzin. Kickboxing lîstokeke jin jî dikare bilîze û xwe tê de bi pêş bixe. Dema ku xwe fêrî lîstikên wiha bike, dikare ji xwe bawer be û di heman demê de dikare xwe biparêze di rewşên ne aram de.” 
Pêşxistina jinan di aliyê werzîşê de
Di dawiya gotina xwe de Nûrhan girîngî da pêşxistina jinan di aliyê werzîşê de û wiha bi dawî kir: “Gereke jin xwe bawer bin, da ku tu kes nikaribe dijberî wê bisekinê. Malbatên ku dibêjin jin tene ji bo xizmet û karê malê ne, çavkaniyeke şaş e.  Di dema pêş de ez dixwazim tîmeke min ya taybet hebe û jinan pêşbixim di vê lîstikê her wiha hîn zêdetir jin tevli werzîşê bibin. Dixwazim ku şampiyonên cîhanî bilîzim.”