Wezîra werzîşê Newal madalya zêr girtiye

Li welatên Mexrîbê werzîşvana yekem car madalya zêr girtî Wezîra Werzîşê Newal El-Mitewekili ye.

Navenda Nûçeyan - Wezîra Werzîşê Newal El-mitewekil 15’ê Nîsana 1962’an de li Dar Elbeyda a Mexribê ji dayik bûye. Di pêşbaziya olompiyata de biserketiye û bi serkeftinên xwe yên di qada werzîşê de bû jina ereb a yekem madaliya zêr girtiye.
Di sala 1998’an de tevlî komîta Olompiyatan a navdewletî bû, di sala 2007’an de jî hat hilbijartin û bû wezîra werzîşê ya welatên Mexribê.
Serkeftina Newal ya di warê werzîşê de rê li ber vekir ku bi rêya werzîşê tevlî cîhana siyasî jî bibe. Ji bo xizmeta jinên Mexribê û tevahî jinên Efrîqayê heta niha beşdarî gelek karên siyasî û saziyên navdewletî bûye.
Ji ber serkeftinên xwe yên xebatên werzişê yên di qada navnetewî de sala 2015’an ji aliyê Serokê Firensa Firanso Holend ve hat pîrozkirin.