Jinên boksor madelyayên zêr û zîv qezenç kirin

Busenaz Surmeneli di lîstikên Olîmpiyadê jinan yên Tokyo a 2020’an de madelya zêr, Buse Naz Çakiroglu jî madelya zîv qezençkir.

Navenda Nûçeyan – Busenaz Surmeneli di fînala boksê ya jinan a 69 kg de di pêşbirka Olîmpiyadê ya Tokyo a 2020’an de ji bo madelaya zêr bi raqîba xwe yê Çîni Gu Hong re rû bi rû hat. Busenaz Surmeneli Lovlina Borgohain a Hindî 5-0 têk bir û giha fînalê û raqîba xwe yê Çînî tekbîr û xwedî madelyaya zêr bû.
Ji Buse Naz Çakıroğlu re jî medalyaya zîv
Buse Naz Çakiroglû jî di lîstikên Olîmpiyadê jinan ya Tokyo a 2020’an de reqîba xwe ya Bulgarî Stoyka Zhelyazkova Krasteva re rû bi rû hat. Boksora Bulgarî Stoyka Zhelyazkova Krasteva di têkoşînê de bi ser ket û bû xwediyê madelyaya zêr. Boksor Buse Naz Çakiroglu gihîşt madelyaya zîv û bi vê serkeftinê re di dîrokê boksê de yekemîn madelya bi jinên Tirkiyeyê da qezenç kirin.