Nexweşî nabe sedem ji jiyanê bê hêvî bûnê

Saye ya 12 salî ev nêzî 3 salane lîstokvana basketbolê ye û nexweşiya şeker pêre peyda bûye dibêje; ‘Nexweşî nabe sedemek ku mirov ji jiyanê bê hêvî bibe.’

Saye ya 12 salî ev nêzî 3 salane lîstokvana basketbolê ye û nexweşiya şeker pêre peyda bûye dibêje: ‘Nexweşî nabe sedemek ku mirov ji jiyanê bê hêvî bibe'
Silêmanî- Saye Jînû ya ku temenê wê 12 saliye xwendevana dibistana Nevîne û li bajarê Silêmaniyê dijî û ev nêzî sê salane lîstokvana besketbolê ye. Saye yek ji wan kesan ku di temenê biçuk de nexweşiya şeker (diyabet) pêre peyda bûye.
Dayika Saye di derbarê nexweşiya keça xwe ev nirxandin kir: “Saye di temenê 9 salî de nexweşiya şeker pêre peyda bûye. Dema em pê hesan ev nexweşî pêre peyda bûye û dema me zanî di derbarê nexweşiya şeker de girtin û zanîn ji derveyî bi karanîna dermanan û rêk û pêk kirina xwarinê werzîşkirin rêyek dine ku pêşî li vê nexweşiyê bigre ye. Ji ber vê em Saye rêdikin rêxistina bi nava Jîma ya ku keçan fêrî werzîşan dike û dersa basketbol dide û niha Saye bûye leyistokvanek ya basketbolê. Ez her tim li gel keça xwe diçim û dimînim ji ber rewşa wê ya şeker dema dileyize ez di bêjimê dema di nava leyîstokê de şekerê te bilind bû ezê derzî ji tere danîm dema daket jî ezê parçeyek şîrînî bidim te da ku rewşa şekerê te baş bibe.”
Heta niha sedemê nexweşiya şeker nayê zanîn
 
Heta niha zanayan sedemê nexweşiya şeker ne dîtine. Dibêjin yan jî zêdebûna îltihabê yan jî ji tirsan, sedemek din yê peydabûna şeker ji rêweitiyek ya çûn û hatinê de keça min tirsaye û ji ber wê em sedemê nexweşiya şeker ya Saye ji tirsan çêbûye.
Saye ya ku zarokatiya xwe derbaz kiriye di derbarê nexweşiya xwe de got: “Nexweşiya şeker bi min re peyda bûye.  Şekerê min hinek caran di keve û hinek caran jî bilind dibe. ji ber ez bi wêrim nexweşiya xwe ez basketbolê dileyîzim. Qet astengiyek nine ji bo leyistina min û dixwazim pêş bikevim û bibim leyîstokvanek baş.”
Nexweşiya şeker ji zêdebûna gilîkozê bi awayek ne xwezayî. Ji ber vê sedemên wê yên cûda cûda hene. Du cûrên şekir heye. Cûrê yekê di zarokan de û di dema mezinbûnê de peyda dibe. Nêzîkî ji sedî 5 hata ji sedî 10  nexweşiya şeker ji zarokan peyda dibe. Curê duem jî cura herî zêde belav dibe ji ji sedî 90’ê kesan  ev cûrê nexweşiya şeker pêre peyda dibin.