Di werzîşê de asta jinên filistînî

Werzîş qadeke ji huner û kêrhatiyên mirov e, afrîneriyê bi xwe re derdixe. Bi alîkariya Yekitiya Werzîş û Komîteya Olempiya ya Filistînê, jinên filistînî di werzîşê de gihîştin merheleyek girîng.

TEHRÎR BENÎ SAXIR
Ramalah - Di jiyana her civakê de futbol cihê herî mezin digire. Tîmeke futbolê ya jinan a ku li Felistînî hat damezirandin, beşdarî gelek pêşbaziyên herêmî û navneteweyî bû. Endama Meclisa Rêveberiya Yekitiya Filistînê ya Avjeniyê Duha Mistafa Beşarat a 26 salî dibêje; "Qada kareteyê ji aliyê jinan ve pir lawaz e, pêwîstiya me bi avakirina nifşek nû ya jinan heye ku werzîşê di qada herêmî û navneteweyî de temsîl bike.”
Duha Beşarat ji bajarê Nabilsê ye, di nav malbatek ku hemû endamên wê karete  dikin de mezin bûye. Duha dibêje ku wan ji bavê xwe hezkirina kareteyê girtiye, ruxmî dîplomaya sêwirana hundirîn, hezkirina min ji kareteyê re pir zêde ye. Ez di 7 saliya xwe de fêrî vê beşê bûm, her wiha birayê min Ehmed û Mehemed û dûre bi dehan ji neviyên malbatê tevli bûn.
Jin dikarin kareteyê bilîzin
Der barê zehmetiyên ku dîtiye de dibêje: “Karete di nava civakê de wekî lîstikeke zilaman tê zanîn. Ji ber tevlibûna min gelek rexne hatin kirin gotin ku dê masûlkeyên te wekî yên zilaman bibin û ez ê neşbim jinan lê min ji hemûyan re isbat kir ku jin dikarin kareteyê bilîzin û bedena xwe jî biparêzin. Ya herî baş ew e ku zîhniyeta civakê tê guhertin û tevlibûn hêdî hêdî zêde dibe.” 
Derfetên kêm
Endama Yekitiya goga zembîlê (basketbol) Henîn Mensûr wiha got: "Hevkariya jinan di lîstikên tîman de cihekî taybet di nava qada herêmî û navneteweyî de digire lê asta wê kêm e, ev yek jî ji ber derfetên kêm ên madî û nêrîna neyînî ya civakê ya ji bo tevlibûna jinan e." 
Henînê bal kişand ku salona ku lîstikên (beauty inn) bi rêve dibe, bi kêrhatiyên jinan tê perwerdekirin û got ku kêrhatiyên jinan gelek in, rola civakê ji bo çêkirina bandorê girîng e lê alîkarî tune ye, ev jî demek dirêj ji bo guhertina ramanên civakê û derdorê dixwaze.
Li Filistînê gelek cureyên werzîşê hene yek jê, goga zembîlê, goga piyan, lîstikên hêzê, tenîsa maseyê, karete û pêşbaziya erebeyan lê pir lawaz in her wiha werzîşvan û rêveberên jin jî kêm in.