Lîstikvana hentbolê ya Îranî penaberê Îspanyayê bû

Lîstikvana hentbolê ya neteweyî ya Îranî Shaghayegh Bapîrî li Îspanyaya ku ji bo werzîşê çûbû daxwaza mafê penaberiyê kir.

Navenda Nûçeyan- Lîstikvana hentbolê ya neteweyî ya Îranê Shaghayegh Bapîrî ku ji bo pêşbirkên li Îspanyayê tên lîstin bi tîma xwe re çûbû welat, ji roja Sêşemê ve agahî jê nedihat girtin.
Hat hînbûn ku Shaghayegh Bapîrî ji bo daxwaza mafê penaberiyê serî li Îspanyayê daye û daxwaza wê hatiye qebûlkirin.
Li ser serlêdana xwe ya ku duh hat qebûlkirin, werzişvan wiha got,-; "Sedema ku min serlêdana penaberiyê kir ew e ku hê baştir sporê bikim" û diyar ku bila sedemek siyasî neyê famkerin, ji bo ku kariyera xwe ya werzîşê bi pêş ve bibe wê ev serlêdan kiriye.