Werzîş ne tenê ji bo mêran e

Ji destpêka avabûna tîmên werzîşê ve li kantona Efrînê ev qad hat avakirin. Fikret Heco behsa çîroka xwe ya di warê sporê de dike û wiha dibêje: "Werzîş ji bo beden û tendirustiya mirov pir bi sûd e. Ne tenê mêr jin jî dikarin cihê xwe di warê sporê de bigrin û xwedî rol bin."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çirûskên xwe li tevahî deverên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belav bike tu derfetên kar û xebatê ji jinan re tunebûn. Bi taybetî di aliyê werzîşê de. Di demên rejîma Baasê de hejmara jinan di qada werzîşê de kêm bû li kantona Efrînê bi avabûna statûya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk riya gelek derfetan ji gel û jinan re hat vekirin, yek jê qada werzîşê bû. Di wê qadê de jinên Efrînê cihê xwe girtin û asta şerma ji ber civakê êdî derbas kirin. Fikret Heco jî yek ji wan jinan e ku cihê xwe di sporê de dibîne û xwedî li meraqên xwe derdikeve. Fikiret ji destpêka avabûna qada werzîşê ve li Efrînê cihê xwe girt. Fikret ji gundê Quda yê Recoya Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye û niha li bajaroka Til Rifet a kantona Şehbayê dijî, ji ajansa me re behsa xebatên xwe yên sporê kir. 
"Dema fêrbûna werzîşê min gelek zehmetiyan dikişandin"
Fikret diyar kir ku bûye 6 sal cihê xwe di werzîşê de digre û tê de xwedî li meraqên xwe derdikeve wiha dibêje: "Ez fotbolê dilîzim. Dema ku min di dibistanê de dixwend wê demê ez tevli tîma fûtbolê ya dibistanê bûm û di wê demê de meraqa min li ser werzîşê zêdetir bû, kêfa min gelek jê re dihat ji ber wê jî ew bû sedema sereke ku ez cihê xwe di werzîşê de bigrim û berdewam bikim. Ji sala 2015'an ve ez cihê xwe di werzîşê de digrim û heya vê kêliyê xebatên wê didomînim. Li Efrînê ji ber pirsgirêkên rê di navbera gund û bajêr de me gelek zehmetî û astengî dikişandin, di heman demê de em rastî gotinên civakê jî dihatin ku digotin ‘hûn keçik in nabe cih di werzîşê de bigrin’ lê me teslîmkarî qebûl nekir, ji ber ku saziyên werzîşê ne tenê ji bo mêran hatine avakirin beravajî wê me bêhtir di qada sporê de xwe xurt kir."
"Xwesteka min ew bû ku di werzîşê de berdewam bikim"
Fikret di berdewamiya gotinên xwe de da zanîn ku dema ew ji kantona Efrînê koçberî Şehbayê bûne cih di tîma Avêste ya bajaroka Til Rifetê de girtiye û got: "Di sala 2017'an de muntexeb di herêma Efrînê de hat çêkirin ku tîm derbasî herêmên Kobanê, Qamişlo û Helebê bibin li ser navê Efrînê min cihê xwe tê de girt. Piştî koçberbûna me ji Efrînê, me dîsa tîmên xwe ava kirin û xebatên werzîşê domand. Di sala 2019 û 2020'an de tîma bajaroka Til Rifetê di maçê de bi ser ket, îsal jî me lîg lîst lê ji ber hin kêmasiyên ku di tîmê de hatin kirin ketim asta sêyemîn. Dema berê digotin jin ne xwedî maf in ku kar û xebatan berdewam bikin lê niha pêşketinek di civakê de çêbûye. Malbata min li pêşiya karê min nebû bend û piştgiriya min kirin. Di heman demê de ev xwesteka min bû."
"Banga min ji hemû jinan re heye ku xwedî li meraqên xwe derbikevin"
Fikret di dawiya gotinên xwe de bang li hemû jinan kir ku xwedî li meraqên xwe derbikevin û wiha got: "Du tîmên bingehîn li Efrînê hebûn yek jê li navçeya Recoyê hatibû avakirin û min cih piştre di wir de girt. Piştî em koçî Şehbayê bûn şeş tîmên fûtbolê hatin avakirin yek jê li ser asta bajara Helebê ye. Ez bang li keçên ciwan û jinan dikim ku xwedî li meraqên xwe derbikevin ji ber ku werzîş ne tişteke xirab e jin jî xwediyên wê rewa ne di civakê de. Werzîş ji bo tendirustiya mirov baş e. Bi riya werzîşê em dikarin sînorên ku hişmendiya baviksalar li pêş ma danîne derbas bikin."