Li Sudiyê cara yekê jin derketin pîsta ralliyê

Li Sudiya ku heya dîroka nêz ajokarî ji bo jinan qedexebû wê jin derkevin pîsta ralliyê.

Navenda Nûçeyan – Jinên Sudiyê amadekariyên pîsta ralliyê ku dê li kendava Erebî were destpêkirin dikin. Wê îro li bajarê Hayilê yê Sudiyê di bin çavdêriya Federasyona otomobîl û motoran a Sudiyê ku bi piştevaniya Federasyona Navdewletî ya Otomobîlan bi rêya komîteya jinan di motorsporê de, were despêkirin.

Dê 34 tîm bi nûnertiya 15 welatan beşdar bibin

Pêşbaziya ku wê îro despê bike wê heyanî 19'ê Adarê bidome. Wê 34 tîm bi nûnertiya 15 welatan ji seranserî Cîhanê beşdar bibin. Her tîmek ku beşdarî pêşbirkê dibe ji ajovanek û navîgatorek pêk tê. Dê ji bajarê Hayilê dest pê bike, pişre bajarê Qisîm û li Riyadê bidawî dibe. Ralliy balê dikşîne ser pejirandina jêhatîbûnên navîgasyonî ji bo derbaskirina rêyê ku dê mesafeyek rojane ji 300 heyanî 500 KM bigire.

Ji bo ewelehiya beşdaran tedbîr hatin girtin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîteya ji bo pêşbaziyê hatiye avakirin destnîşan kiriye ku divê temenê pêşbazvanan 18 sal derbas bike û xwediyê destûrnameyek ajotinê ya Sudiyê be di heman demê de pêdivî bû ku otomobîlên beşdarî mîtîngê dibin nû bin û bi tekerên (4×4) û yên AWD be. Her wiha komîte dê ji her otomobîlê re pergalek şopandinê ya pir pêşkeftî peyda bike da ku di rewşek awarte de daxwaza alîkariyê û rizgarkirinê bike. Dê tîmên lênerînê û helîkopterek bijîjkî di pêşbaziyê de amade bin ji bo destwerdana lezgîn.