Jinên Silêmaniyê navenda Pîng Pong ê dixwazin

Jinên lîstokvanên pîng pongê yên Başurê Kurdistanê ji bo gihiştina xeyalên xwe yên beşdarbûna olumpiyatên cîhanê navendek giştî dixwazin.

Silêmanî - Jinên werzîşvanên Başurê Kurdistanê yên berê pîng pong lîstine daxwaza navendekê ji Hikmeta Herêma Kurdistanê dikin. Ji jinên werzîşvan Hawjîn 8 salan ev lîstok lîstiye, paşê jî ji ber nebûna cihek navendî berdaye.
‘Em navenda werzîşê dixwazin’
Lîstokvana qedîm Hawjîn da zanîn ku dema cihê lîstokê vebe ewê cardin lê vegere û wiha ev tişt lê zêde kir: “Piştî çêkirina cihê berfireh ji bo leyistoka topa ser mase em ê giringî bidin vê leyistokê. Ger wiha bibe em ê hewilbidin tevlî olumpiyatên cîhanê bibin û pileyek baş bi dest bixin. Dema giringî bê dayîn ev lîstok ji bin banê kesan û cihên tayîbet derkeve, di navendek giştî de cîh bê dayîn em ê bikarin li gorî dilê xwe antramanan jî bikin û bi pirofesorî derkevin pêşberî reqîbên xwe yên di qada navnetewî de.” 
‘Armanc beşdarbûna olupiyatan e’
Rojin a 18 salî ku saleke ketiye nava vê werzîşê jî dibêje: “Armanca min ewe ku ez bejdarî olumpiyatên derveyî welat bibim. Jinên ciwan yên herêma kurdistanê bila bawerî bi xwe bîne, yek ji wan ji yên derveyî welat mekêmtirin. Hewce dike ku malbatên wan jî piştevanî bikin ji bo keçikên wan bikarin di vê lîstokê de cîh bigirin.” 
Hêvî ya du sale pîng ponê dilîze sudên wê ji bo laş wiha dijmêre: “Ev werzîş aramiyê dide laş, ji bo derûniya lîstokvanan rehet dike û di aliyê tendirustiyê de ji gelek nexweşiyan durdixe. Yek ji nexweşiyên ku werzîş mirovan jê dur dixe jî nexweşiya şekire.”