Jinên Barcelonayê kupa girtin

Jinên Barcelona yê hem di dîroka welatê xwe de hem jî di kulubê de cara yekê kupa girtin.

Navenda Nûçeyan - Jinên Barcelona yê li hemberî taxima milî ya jinên Îsveçî di Stadyuma Gamla Ullevi de maça fînalê lîstin û bi ser ketin. Jinên Barcelona bi 4-0 bûn şempiyon û di dîroka welatê xwe de cara yekê kupaya navnetewî girtin.