BAHARÎN LEHÎB
Kabul – Ebde Mihirzad a 16 salî ji Efganistanê ye û her wiha endama tîma patenê ya Efganistanê ye rûxmê pêkutiyên Talîbanê ya li ser jinan bi têkoşînê werzîşê didomîne. Ebde Mihirzad a ji ber ku werzîşê dike rojane rastî gefan tê dibêje ku rûxmê hemu gef û pêkutiyan jî ew welatê xwe naterikîne.
‘Ez ciwan im dikarim bi werzîşê xizmetê ji gelê xwe re bikim’
Ebde Mihirzad a balê dikşîne ser pêkutiyên ku li ser jinan tê kirin wiha dibêje: “Min nedixwest biçim derve, ji ber ku dizanibûm pêwîstiya welatê min hîn zêdetir bi min heye û ez dixwazim werzîşa xwe berdewam bikim. Her wiha ew beşdarî gelek pêşbirkên navxweyî bûye û xwedî gelek dîploma û madalya me. Ez ciwan im dikarim bi werzîşê çalakiyên zêdetir ji bo xizmetê ji gelê xwe re bikim. Me ji ber desthilatdariya Talîbanê xwendin, werzîş û armanc û hevalên xwe ji dest dan. Ez dixwazim werzîşê bikim û li welatê xwe bimînim, welatê xwe ji vê rewşê rizgar bikim. Piraniya jinên werzîşvanên Xeliskên berê xwe dana welatên Evropayê. Lê belê piraniya kuran li welatê weke Pakistan, Îran dimînin û hemû hewldanên wan ew e ku xwe bigihîjînin welatên pêşketî.”




