Ji 18 welatan jinên ciwan ji bo yekemîniyê beziyan

21 jinên ciwanên ji Herêma Başûrê Kurdistanê yên di tronvaya wezîşê ya welatên Ereban ku li Tûnisê hatî lidarxistin de pileyên berz girtin li jî Silêmaniyê bi merasîmekê hatin xelatkirin.

 
Silêmanî - Tornovayên komên wezîşanan li ser asta 18 welatên Ereban li Tûnisê hat lidarxistin. 21 jinên ciwanên werzîşvan ên ji bajarê Silêmaniyê yên di asta Îraqê de bejdarî tornovayê bûn pileyên bilind bidestxistin. Jinên ciwanên wezîşvan piştî ku ji merasîma li Tûnisê hatî çêkirin vegeriyan li Herêma Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê Rêvberiya Werzîşê ya Silêmaniyê ve bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin û xetat kirin. 
Ji jinên ciwanên wezîşvan ên di trnovayê de pile girtî Hunya Rifat di beza 400 metrî de li ser asta welatên Ereban pileya yekemîniyê girt.
Dêrîn Bextiyar a temenê wê 16 salî jî di beza 100 metrî de pileya dûem bi dest xist.