Bi riya werzîşa triathlonê hewl didin welatê xwe di şampiyoniya cîhanê de temsîl bikin

Bîsan Bekir hûrgiliyên nijada xwe bi bîr tîne û dibêje ku ew dîmen bi heybet bû li ser wê demê wiha didomîne: “Piştî demeke dirêj ji melevaniyê, min li dora xwe nihêrî tu keştî nedît, paşê bawer bûm ku min pileya yekem bi dest xistiye û xwişka min piştî demeke kin xuya bû, paşê jî beşdervanên din.”

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Her du xwişk, Bîsan û Esîl Bekir, tevî derfetên kêm keçên yekem in ku li Xezayê werzîşa triathlonê dikin da ku tevli şampiyoniyên werzîşên avê yên navneteweyî bibin ku hewceyî hêzeke bedenî ya mezin e li derveyî Filistînê.
Werzîşa avê ji bo her du xwişkan Bîsan û Esîl Bekir ne xerîb bû, karê bavê wan wek masîgiriyê hişt ew ji zarokatiyê fêrî avjenî û keştinîvaniyê bibin da ku behremendiya xwe bi riya yaneyên taybet bi pêş bixin û beşdarî maçên herêmî yan navneteweyî bibin. Vê yekê jî wan jêhatî kir ku du kûpayên serkeftinê yên sala 2021’ê, ji Komîteya Olîmpiyatê ya Filistînî û Federasyona Filistînî ya Keştiyan û Melevaniyê bi dest bixin.
Her du xwişk Bîsan û Esîl Bekir di rêza yekem de bûn. Bîsan Bekir a 18 salî ku pileya yekem bi dest xistiye, dibêje ku ew bi serkeftina xwe matmayî maye û wiha didomîne: "Ger ez di wî karî de li hemberî her kesê bi ser bikevim, nemaze xortên ku bi wê re beşdarî werzîşa avê bûn ku hêzeke bedenî ya mezin jê re lazim e dê bikaribin keştiyê bajon.” 
“Dema ku min li derdora xwe tu keştî nedît fêm kir ku min pileya yekem bi dest xistiye”
Bîsan Bekir hûrgiliyên nijada xwe bi bîr tîne û dibêje ku ew dîmen bi heybet bû û wiha didomîne: “Piştî demeke dirêj ji melevaniyê, min li dora xwe nihêrî û tu keştî nedît, paşê bawer bûm ku min pileya yekem bi dest xistiye û xwişka min piştî demeke kin xuya bû, paşê jî beşdervanên din.” Wê bal kişand ku yekem tişta wê xwest dema serkeftinê bibîne, awirên bavê wê bûn. Wî bi serbilindî li wê û xwişka wê dinihêrî, mîna ku ew du mûcîze bin û ji ezman ketibin. Bi lez û bez dixwest xelatê bi wan re werbigire û yekem wêneyê serkeftinê bi wan re bikşîne.
“Ji ber serkeftinên min mamoste û hevalên min hurmet nîşan didin”
Her wiha diyar kir ku serkeftina wê ya di şampiyoniyên beşdar dibe de hurmeta hevalên wê yên dibistanê û mamosteyan jê re peyda kiriye. Bîsan got ku yên vê yekê wekî rewşek taybet dihesibînin û di xwendina wê de alîkariya wê dikin û bi wê re li ser demek diyarkirî ji bo girtina testan li hev dikin hene û diyar kir ku ew hewl dide tiştên di dema perwerdeya xwe de ji dest daye bi alîkariya dersên taybet û xwendina giran, bi taybetî di saetên sibê de, telafî bike.
Bîsan Bekir piştî çend mehan xwe amade dike ku li Filistînê bikeve ezmûnên lîseyê û wiha got: "Ez hewl didim bernameyek xwendinê amade bikim da ku waneyên li min çûne bi alîkariya diya xwe, ya ku xwendinê ji şampiyon û xelatên ku min bi dest dixe girîngtir dibîne car din bibînim.” 
Bîsan Bekir di heman demê de nûnertiya Filistînê li Îmaratan jî dê bike. Li ser wê yekê diyar dike ku ji hêla rêveberên Federasyona Filistînê ve ji bo beşdarbûna şampiyoniya Ereb a melevaniyê hatiye hilbijartin. Ew vê yekê deyndarê bavê xwe yê ku di zarokatiya xwe de xwediyê her cure werzîşên deryayî bû.
Bûye rahênerek navneteweyî
Îro, Bîsan Bekir ne tenê beşdarî pêşbirkan dibe, bûye rahênerek navdewletî ku xwediyê destûrnameya hakemê ye ji bo melevaniyê li hemû welatên cîhanê. Wê diyar kir ku meseleyê ji dema bavê wê ew fêrî melevaniya di deryayê de û paşê jî di hewzên sûnî de, ji bo tevli kursa perwerdeyê ya li yek ji navendên Xezayê bibe, dest pê kir û di demeke kurt de ji hemû hevkarên xwe derbas bû. Vê yekê rahêner hişt ku defetê bide wê da hejmarek ji kesên ku dixwazin qeydên kursên melevaniyê, di nav de jin û zarok hebin, perwerde bike.
Esîl Bekir a 14 salî jî sedema serkeftina xwe û xwişka xwe ya di pêşbirkên ku beşdarî wan bûne de bi pergala tenduristiyê ya malbatê ve girê dide. Mînak; xwarina curbecur û demên taybet. Jixwe werzîş jî beşeke bingehîn e di jiyana mirovan de. Li ser wê yekê dibêje; “Di sibehê de bazdan, nîvê rojê, bazdana bensê û di dawiya rojê de dimeşin ku bedena me bi baş bibe.” Ew dide diyarkirin ku dayika wan, her dem ew dişopîne û girîngî dide xwendina wan da ku paşguh nekin di demên perwerde û şampiyoniyan de.
Ji ber vîrusa koronayê demek dirêj perwerdeya wan asteng bû
Der barê beşdarbûna perwerdeyan de, Esîl Bekir amaje bi wê yekê kir ku vîrûsa koronayê ji bo demeke dirêj perwerdeya wan asteng kiriye û her wiha lêborîna xwe ji bo beşdarbûna di pêşbirka navneteweyî ya li Kuweytê ya ji bo triathlonê de ku sê qonaxan digire nav xwe xwestiye. Melevanî, ajotina bisiklêtê, bazdan ku ew di temenek ciwan de bû profesyonel, vê yekê jî kir ku ew bibe cihê balkişandinê li gel yaneyên werzîşê yên ku pêşbaziyê dikirin û wê têxin nava tîmên xwe û têkeve nav endamên wan. Her wiha da zanîn ku ew her du keçên yekem in, vê werzîşê li Xezayê dikin û amaje bi wê yekê jî kir ku desthilatdarên şareza li Xezayê di heyama niha de bênder vekirine da ku hemû perwerdeyan vegerînin wekî beriya koronayê.
Herdu xwîşk hewl didin beşdarî şampiyoniyên navneteweyî yên li derveyî Filistînê bibin da ku tê de ew welatên xwe temsîl bikin. Ruxmî kêmbûna şiyanan û nebûna gelek alavên ku di dema perwerdeyê de hewce ne. ew dibêje: "Nebûna amûrên guncav ji bo melevaniyê pirsgirêkek ji ya ku civak li me dinihêre mezintir e. Keştiyên ku em pê perwerde dibin ji bo beşdarbûna pêşbirkên navneteweyî ne guncaw in.”