Hakima futbolê ya Tunusî Dirsaf El-Qenewatî

Dirsaf El-Qenewatî yekem jina Tûnisî ya hakemtiya futbolê kiriye û gelek maçên mêran jî birêve biriye.

Navenda Nûçeyan - Dirsaf El-Qenewatî di 10'ê Sibata 1984'an de li Tûnisê hatiye dinê. Dirsaf El-Qenewatî mamosteya fêrbûna fîzîkî ye. Sala 2005'an di tîma El-İtîhad El-Mexribî de dest bi lîstina futbolê kir. Piştre beşdarî Klûba Bardo 2 bû û ji ber xwendina xwe navber da karê xwe. 
Piştî xwendina xwe qedand sala 2011'an vegerya lîstikê û bû hakem. Di sala 2015'an de ji aliyê Federasyona Komeleyên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) ve hat xelat kirin. Di sala 2017'an de weke jina yekem hakemtiya maça duyemîn a di navbera tîma Meleb El-Tûnisî û Komeleya Djerba de, dikir. Di 15'ê Sibata 2018'an de li paytexta Mexribê Rîbat maça tûra duyemîn a Kûpaya Cîhanê di navbera Mexrib û Afrîkaya Başûr, birêve bir. Di 15'ê Hizêrana 2019'an de pêşbirka fînalê ya mêran di Lîga Tûnisê de sezona 2018-2019'an a di navbera Esperance û Bizertin de, birêve bir.