Di Lîga Futbola Jinan de Katalanan qezenc kir

Di Fînala Lîga Şampiyonan a Futbolê ya Jinan de Barcelonayê bi 2-0 ji paş ve hat û bi 3-2 Wolfsburgê têk bir.

Navenda Nûçeyan- Di fînala lîga şempiyona futbolê ya Jinan de, nunertiya Katalonya Berselona serkeftinek dîrokî bi dest xist. Katalanên ku bi nûnertiya Almanya Wolfsburg lîstîn tura yekem bi 2-0 paşde kêşa, di tura dûem de bi 3 golan qezenc kir û bû şempiyon.

Di lîstîka ku li standa Philips ya Hollanda hatî lîstin de li ser navê Wolfsburg maça golê di deqeya 3’an de Ewa Pajor, di deqeya 37’an de ji Alexsandra Popp hat. Barcelona, di deqeya 48 û 50’an de li gel golên Patricia Guijarro, di deqeya 70’an de Fridolina Rolfo bi 3-2 çû pêş.

Di encamê de Bercelona cara 2’em bû şampiyona lîga şampiyonan.