Bi kampanya ya “Ez bisikletê dixwazim” jinên ciwan hînî bisikletê dike

Li bajarê Qamişlo jina ciwan a bi navê Mîdya Xanim ya ku bi temenê xwe 27 salî ye bi kampanya ya “Ez bisikletê dixwazim” jinên ciwan hînî bisikletê dike.

Li bajarê Qamişlo jina ciwan a bi navê Mîdya Xanim ya ku bi temenê xwe 27 salî ye bi kampanya ya “Ez bisikletê dixwazim”  jinên ciwan hînî bisikletê dike.
 
RENDA MIHEMED 
Qamişlo– Spor ji bo laşê mirovan tenduristiya herî baş e. Di nava sporê de yek ji wan bisiklete ku him fizîkî him jî derûnî mirovan rehet dike. Siwarbûna bisikletê xweş e û dîtineke şaristaniye. Jina ciwan a bi navê Mîdya Xanim ji bajarê Qamişloye û 27 saliye. Mîdya Rêveberiya kampanya bi navê "Ez bisikletê dixwazim" e. Mîdya jina yekemîn e ku bisikled dajo û jinên ciwan teşwîqê ajotina bisikletê dike. Niha jî bi awayekî periyodît jinên ciwan hînî bisikletê dike. Tîma Mîdya ji 12 jinên ciwan pêk tê. Mîdya têkildarî mijarê nêrîna xwe parve kir.
"Jinên ciwan hînî bisikletê dike"
Mîdya armanca tevlîbûna xwe ji kampanya "Ez bisikletê dixwazim" wiha dike: "Min bi kampanyaya bi navê "Ez bisiletê dixwazim" jinên ciwan hînî bisikletê kir. Min yekem car bisikletê xwe beriya 12 salan ajotibû û ez jina yekemîn bûm ku min bisiklet bi kar dianî. Armanca min a yekem ji siwarbûna bisikletê ewe ku ez nêrîna gel ji aliyê siwarbûna jinan ji bisikletê re bişkînim. Di gava yekem de ez bi tena xwe bûm, paşê min li ser medyaya civakî belav kir ku ez bûm bi nav û deng. Gelek jinên ciwan bihîstin û tevlî tîma min bûn. Maratona me ya yekem li navçeya Amûdê pêk hat û di wê pêngavê de nêzî 25 jinên ciwan tevlîbûn. Di heman rojê de me tîm avakir û me bi navê "Ez bisikletê dixwazim" ragihand. Tîma me ji 12 kesan pêk tê û li ser asta Qamişlo û Amûdê ye." 
 "Berdewamî bingeha serkeftinê ye"
Mîdya dibêje ku gava yekem ne giring e , lê berdewamî bingeha serkeftinê ye û wiha got: "Me di gava yekemîn de gelek zehmetî jiya. Êrîş him li ser medyaya civakî û him jî di nava civakê de hebû. Her wiha dema me kolanan dajot, gelek kes ne baş mêze dikirin, lê ruxmê wê jî min dev ji vê xwesteka xwe berneda û heta niha jî didomînim. Ev xwesteka min hişt ku gelek jinên ciwan daxwaza wan ji ajotina bisikletê re hebe. Gelek kes îqna bûn ku ajotina bisikletê tiştekî şaristanî ye. Bi berdewam kirina xwesteka xwe ez gihîştim serkeftinê."
"Ez dixwazim navendekî ji xwe re vekim"
Medya diyar kir ku armanca wê hîn kirina jinên ciwan ji bisikletê re ye û wiha got: "Armanca min a yekem ewe ku ez jinên ciwan hînî ajotina bisikletê bikim, her wiha ez dixwazim nêrîna civakê di vê aliyê de bişkînim. Dema jinên ciwan dest bi ajotinê dikin gelek kes bandor dibin û zarokên xwe hînî dikin. Armanca min a duyem jî ewe ku ez hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hînî vê sporê bikim. Armanca min a sêyem jî ewe ku ez ji xwe re navendekî vekim û jinên ciwan di aliyê bisikletê de perwerde bikim."
"Daxwaza min ewe ku jin xwedî armanc be"
Medya herî dawî jî kêyfxweşiya xwe wiha parve kir: "Ez gelek kêyfxweş û serbilindim ku gaveke biçûk dengekî gelekî bilind veda û guhertineke mezin çêkir. Piştî kampanya "Ez bisikletê dixwazim" ya jinên ciwan me mêze kir ku li Kobanê û gelek deverên din jî ev pêngav dewam kir. Ez gelekî ajotina bisikletê hezdikim, elbet di gava yekemîn de tirsa min jî ji siwarbûna bisikletê hebû. Ya girîng ewe ku mirov li ser tirsa xwe biçe, wê demê dikare gav bavêje. Ez bi hêvî me ku her jinekî ciwan xwedî armanc bin."