Amedspor ji Stenbolê bi 3 puanan vegeriya

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di qadê de Klûba Sporê ya Kireçburnuyê bi 2-0 têk bir û bi serketî ji qadê derket.

Stenbol - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ya ku di Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Turkcellê de têdikoşe, di hefteya duyemîn a lîgê de jî ji qadê bi serketî derket. Tîma Amed a li Stenbolê bi maça ku bi Klûba Sporê ya Kireçburnuyê hat lîstin de bi 2 golên kaptana tîmê Guzide Alçu re bi 3 puanan ji qadê vegeriya.
Tîma ku di du maçên ewil de bi ser ket, hefteya pêş dê di qada xwe de Spora Şaredariya Derya Reş a Ereglî bike mêvan.