Çiyager Elnaz Rekabî ji bo antrenora olîmpîyatê hat hilbijartin

Werzişvana Îranî Elnaz Rekabî ya di pêşbirkên Cotmeha borî ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî di pêşbirkên li Seulê de bê hîcab hilkişiyabû, di Olîmpiyadên Cîhanê de ji bo bibe rahêner hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan – Hilkişînvana Îranî Elnaz Rekabî ji Amerîka, Sîngapûr û Yûnanistanê ji bo werzîşvanên jin re rahênerî bike û rahêneriya hilkişînê hat hilbijartin. Hat destnîşankirin ku werzîşvanên jin ên ji welatên cuda wê beşdarî qursên perwerdeyê bibin ku wek destpêkek ji bo başkirina performansa hilkişîna wan were organîzekirin.

Werzişvan û çiyagera Îranî Elnaz Rekabî şampiyona Îranê ye û di sala 2017’an de di Kupaya Bouldering a Asyayê de medala zêr qezenc kiribû. Kariyera xwe ya hilkişînê di Şampiyoniya Çiyageriyê ya Asyayê de dawî anîbû. Ji bilî vê, gelek madalya û xelat wergirtin.

Elnaz Rekabî di pêşbirkên werzişî de hîcabêya ferzkirî ya werzişvanên jin wek yek ji astengên herî mezin ya li pêşiya serkeftina wan dibîne. Ji bo di hilkişînên ku di meha Cotmehê de li Seulê hatibûn lidarxisitin de hicabê hilkişiyabû rastî gef xwarinê hatibû û  neçare îtîrafkirinê hatibû. Tevî xwepêşandanên nerazîbûnê yê berfireh jî, federasyonên werzîşê hicab karanîna r werzişvanên jin ferz dike.