‘Di siyasetê de nêrîna jinan giringe’

Jinên siyasetmendarên herêma Başurê Kurdistanê ji rewşa siyaseta heyi ya ku cîh nade vîna jinê bi gazincin.

Silêmanî - Li herêma Başurê Kurdistanê rêjeya jinan gelek kême di nava partiyên siyasî de. Jinên hene jî di merceyên biriyardanê de cîh nagirin û cih ji bo wan nayê dayîn. Jinên siyasetmedarên herêma Başurê Kurdistanê jî ji vê rewşê nerazîne û giringiya nêrîna jinan di nava partiyên siyasî de giring dibînin.
‘Hewceye jin di nava partiyên siyasî de bi bandor bin’
Siyasetmendar Kuwêstan Mehemed di derbarê giringîbûna jinan di nava biryarên siyasiyên partiyan de ev nirxandin kir: “Hewceye jin di navendên rêveberiya partiyên siyasî de bikarin biryar bidin. Ji ber piraniya karên nava partiyan li ser biryarên di navenda partiyên siyasî de tê meşandin. Dema jin bi pileyek ber bi çav di nava dezgahên partiyên siyasî de cih bigirin, bandorê li xebatên wan dike. Bi taybet biryarên li ser welat û netewî jî, ew biryarên peywendiya wan bi pirsa jinê ve hene, ji ber wê jî bejdarbuna jinê ya di rêveberiya partiyan de pêwistiyeke. Hewceye bi tevlîbunek pir bilind jin di nava aliyên siyasî de cîh bigirin. Di dema hilbijartina navxweyî de jin di karin bi gihin encamên navendî yên biryardanê. Ji ber wê hewceye jin di nava partiyên siyasî de xwedî bibandorbin, rol û giringiya xwe bizanin”
‘Vîna jinan di merceyên biriyardanê de kême’
Nivîskar û siyasetmnedar Peyman Ezedîn jî destnîşan dike ku pileya tevlîbûna jinan ya di partiyên siyasî de giring dibîne û wiha dibêje: “Di cîhanê de bi du awayên cuda tevlîbûna jinan weke endama partî û buna rêveber di cihê biryardana siyasî de heye. Li herêma Kurdistanê pileya bejdarî kirina jinan weke alîgir û endam ji sedî 40  heta sedî 50 ye. Ev yek weke endam pileyekî başe, lê belê tevlîbûna jinan di aliyê biryardana partiyan de ji sedî 10 heta 20’an e, ev pile jî pir kême. Di Kurdistanê de ev pileye na gihe sedî 10 jî. Ji ber wê ev telîbûne weke tevlîbunek rast nayê dîtin, asta tevlîbuna jinan di nava partiyan de binêrîna min pêwiste di pileya tevlîbûna jin di cihê biryar û rast kirina biryarên partiyan de cih bigire. Asta tevlîbûna jinan di partiyên Başurê Kurdistanê de tevlîbunekî pir kême. Rêjeya bejdarbûna jinan di wê astê de nîne ku pileya jinan di asta siyasî de pleyekî bi bandor be.”
‘Di siyasetê de nêrîna jinan giringe’
Siyasetmendar Şîlan Cehfer jî giringî bi yekgirtina jinan li nava partiyên siyasî da û ev tişt lê zêde kir: “Rêxistina yekitiya jinên Kurdistanê weke hevkariyekê ji bo bi destxistina mafê hemû jinan xebat daye meşandin. Di nava vê rêxistinê de çend jinên weke Nahîde Şêx Salam, Behye Meruf, Direxşanî Şêx Selam, Saryaxan û Sit Şefîqe ku xebat dane meşandin. Van ronakbîran herî zêde jî giringî bi xwendina jinan dane. Xebat dayîna meşandina di partiya siyasî de herî zêde jî ji bo bi awayek azad nêrîna xwe anîna zimane.”