Navenda Nûçeyan – Xelatên Zêrîn a Bilind ên ku bi armanca bîranîna Îbrahîm Ehmed her sal ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve tên dayîn, îsal jî bi merasîmekê li Telarî Huner a li Silêmaniyê gihîştin xwediyên xwe. Di merasîmê de ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelek kesên navdar beşdar bûn.
Di merasîma pêk hat de Xelatên Zêrîn ên Weqfa Îbrahîm Ehmed, dan Zara Muhammedî û Şevan Kobanê yê jiyana xwe ji dest daye û Amedsporê. Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî hêjayê xelatê hat dîtin.
Zara Muhammedî
Zara Muhammedî ku hêjayê xelat hat dîtin ji ber pîşeya xwe mamostetiya Kurdî îcra dikir, ji aliyê hêzên rejîmê re zextên mezin dîtiye û ji ber pîşeya xwe gelek caran hatibû girtin.




