Navenda Nûçeyan – Wesayîta karkerên çandiniyê yên demsalî yên ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê ji bo komkirina finan diçû Orduyê qeza kir.
Di qezaya ku li navçeya Niksar a Tokatê pêk hat de zaroka 5 salî Eylem Debek jiyana xwe ji dest da û 25 karker jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê û hatin dermankirin.




