UNICEF:Li Sûdanê zarok di rewşek mirovî ya metirsîdar de dijîn

UNICEF’ê hişyarî da ku krîza mirovî ya li Sûdanê xirabtir dibe û ragihand ku nêzîkî 5 milyon zarok bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Her wiha rêxistinê ‘Hişyariya Zarokan’ ku tenê di rewşên aloz de tê dayîn, da.

Navenda Nûçeyan – Şer û pevçûna li Sûdanê, dikeve sala çaremîn. Di nav hefteyên dawî de li Bakurê Darfurê nîşaneyên birçîbûn û tundiya li dijî zarokan zêdetir û aloztir bûne. Li gel hişyariyên têkçûna şert û mercên jiyanê û zêdebûna rêjeyên binpêkirinan ku bandorê li komên herî xeternak ên herêmê, bi taybetî zarokan dike.

Li Sûdanê rewşa mirovî metirsîdar e

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF)  duh, ragihand ku nêzî 5 milyon zarok li Sûdanê bi astên giran ên bêxwarinbûnê re rû bi rû ne. UNICEF’ê hişyarî da ku rewşa mirovî li Sûdanê dê xirabtir bibe, ji ber ku şer dikeve sala xwe ya çaremîn.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî  ‘Hişyariya Zarokan’ derxist ku UNICEF kêm caran ji bilî dema ku krîz dighîjin qonaxek krîtîk bikar tîne. Her wiha ev tedbîr yekem car e ku di nav 20 salan de derbarê Darfurê de tê bikaranîn.

Zarok di qonaxên krîtîk re derbas dibin

Nûnerê UNICEF’ê li Sûdanê piştrast kir ku zarok li deverên cuda yên herêmê di ‘qonaxeke krîtîk’ re derbas dibin û bal kişand ser şewitandina malan, wêrankirina dibistan û navendên tenduristiyê jî.

Berpirsyarê NY’yê destnîşan kir ku zarok barê herî mezin ê şerê li Darfûrê hildigrin, ji ber ku ew rastî kuştin, seqetbûn û koçberiyê, her wiha birçîbûna giran, nexweşî û travmaya psîkolojîk tên.

Darfur bûye qada sûcên berfireh

Darfûra ku dikeve Rojavayê Sûdanê, yek ji wan herêman e ku herî zêde ji tundiya şer bandor bûye. Ji destpêka pevçûnên ku di Nîsana sala 2023’yan de di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam in heta niha, kuştinên bi arîşeyên etnîkî qewimîne. Her wiha ji dema gur û geşbûna pevçûnan ji sala 2003’an û vir ve, herêm bûye qada tewanan a berfireh, koçberiya bi darê zorê û girseyî.

Tevî giraniya rewşa heyî, NY’yê destnîşan kir ku krîza heyî ji aliyê navneteweyî ve bi awayekî têrker nehatiye tekezkirin, tenê banga mirovî ya rêxistinê ji bo Sûdanê, ji bo sala 2026’an ji sedî 16 hatiye fînansekirin.

Herî kêm 160 zarok hatin kuştin

Li gorî daneyên rêxistinê, di 3 mehên destpêkê ya sala 2026’an de li seranserê Sûdanê herî kêm 160 zarok hatine kuştin û 85 zarok jî birîndar bûne, ku ev yek li gorî heman serdema sala borî zêdebûnek berbiçav û girîng e. Bandora herî cidî li bajarê El Faşêra dorpêçkirî hatiye tomarkirin. Ji Nîsana 2024’an û vir ve herî kêm hezar û 300 zarok lê hatine kuştin an jî seqet bûne. Her wiha di nav raporan de hat tomarkirin ku zarok rastî tundiya zayendî, revandin û leşkerkirina bi darê zorê ya ji aliyê komên çekdar ve tên.

Kêmbûna xurekê derketiye asta birçîbûnê

Li gorî Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî ya ku NY piştgiriya wê dike, di meha Sibatê de li du deverên eyaleta Darfura Bakurê welêt, kêmbûna xurekê derketiye asta birçîbûnê.