Jin ji pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Tûnisê re pêşengî dikin

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Tûnisê di çapa xwe ya heyî de serdestiya xwe di dîmena çandî û civakî ya welêt de didomîne. Weşanxaneyên Tûnisî, Erebî û navneteweyî tîne cem hev û bernameyek dewlemend diafirîne.

NAZÎHA BÛ SAÎDÎ

Tûnis – Hezkiriyên xwendinê li Tûnisê ji 23’ê Nîsanê ve ye beşdarî girîngtirîn bûyera çandî ya welêt, Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Tûnisê dibin. Pêşangeha ku bi taybetî jin eleqeyek mezin nîşan didin, dê heya 3’yê Gulanê bidome. Jinên Tûnisî di rêza pêşîn a dîmena çandî û civakî de cih digrin. Hejmara mezin a mêvanan û têkiliya berfireh a li ser platformên ragihandinê yên virtual, vê yekê piştrast dike.

Serdanvanên pêşangehê ku hezkiriyên roman, pirtûk, kovar, çîrokên zarokan û ansîklopediyan in, li sernavên xwe yên bijare digerin û ji daşikandina heta ji sedî 50 sûd werdigirin. Kesên ku bi semînerên rewşenbîrî û danûstandina ramanan re eleqedar dibin, dê bi rêya çalakiyên ku ji hêla sazî û komeleyên çandî ve têne organîzekirin, ku ji bo pêşxistina evîna xwendinê dixebitin û pirtûkan belaş peyda dikin, tiştê ku hewesa wan têr dike, bibînin.

Krîza aborî bandorê li ser kirîna pirtûkan dike

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî gelek mêvan bi taybetî jin dîtin ku di nav pavîlyonên weşanxaneyên Tûnisî, Erebî û navneteweyî de pir geriyan. Tevî beşdariya mezin a gel, firoşkaran ji ber asta kêm a kirînê nerazîbûna xwe anîn ziman. Ji ber ku krîza aborî siya xwe avêtiye ser hêza kirînê ya welatiyê Tûnisî, ku niha dabînkirina pêdiviyên xwarinê yên bingehîn li şûna bidestxistina pirtûkan dide pêş.

Parastina bîranîna têkoşînê

Aktîvîstek ji komeleya "Asoyên Karkerê Tûnisî" Maryam Tangou diyar kir ku komele girîngiyê dide parastina bîranîna têkoşîna neteweyî û pêşxistina çanda xwendinê. Maryam tekez kir ku bi şopandina wê ya rojane ya pavîlyona civaka sivîl, wê hebûna jinan a zêde dîtiye, diyardeyek erênî ye ku piştî şoreşa 2011’an zêdebûna nivîsandina jinên Tûnisî nîşan dide, ku ji şikandina astengên tirsê û berfirehkirina qadên ji bo îfadeya azad derketiye holê.

‘Pirtûk ji bo pêşxistinê gelek girîng e’

Maryam Tangou destnîşan kir ku ev beşdariya zêde ne hewce ye ku eleqeyek rastîn a xwendinê nîşan bide ku li Tûnisê kêmbûnek berbiçav dîtiye û wiha pê de çû: “Ev kêmbûn bi serdestiya têlefonên jîr ve girêdayî, ku dema xwendevanan xwarine û her wiha bandora krîza aborî ku pêşîniyên welatiyan ji nû ve rêz kiriye, têkoşîna ji bo jiyanê li pêş kirîna pirtûkan danî. Hewcedarî bi vejandina hewesa xwendinê heye. Pirtûk wek amûrek bêhempa ji bo pêşxistina balkişandin, sebir û azadkirina xeyalê tê binavkirin. Divê malbat ji temenê biçûk ve vê adetê bi veqetandina quncikekî xwendinê li malê di nav zarokên xwe de biçînin.”

‘Her kêliyek xwe veguherand xwendina pirtûkan’

Maryam Tangou ezmûna xwe ya kesane bi bîr xist û got: “Ez ji zarokatiyê ve her roj pirtûkek dixwînim û min her kêliya li bendêbûnê, heta li rawestgehên otobusan jî, bikar anî. Pêwîst e klûbên xwendinê li dibistanan ji nû ve werin aktîvkirin da ku nirxa pirtûkan wekî prensîbek bingehîn vegerînin.”

Beşdarbûna zêde ya li pêşangehê

Nûnera Weşanxaneyên Zanistî yên Misrê Rehmê Muhamad jî, beşdarbûna bilind a raya giştî ya pêşangeha pirtûkan piştrast kir. Rehmê destnîşan kir ku weşanxane bi hilbijartinek berfireh ji roman û wergerên dawî beşdar dibe, bi taybetî berhemên nivîskarê navdar ê cîhanê Dostoyevskî di wergera Akram Momen de. 

‘Divê xwendevan pirtûkên bi sûd bixwînin’

Derbarê eleqeya mêvanan de, Rehmê Muhamad aşkera kir ku pirtûkên psîkolojiyê, bi taybetî berhemên Sîgmund Freud û pirtûka wî ya "Psîkolojiya Jinan", di nav jin û jinên ciwan de di rêza yekem a firotanê de ne, digel romana "Jinên Biçûk" û pirtûkên zarokan. Rehmê da zanîn ku girîng e ku xwendevan dema hilbijartina pirtûkên wergerandî baldar bin da ku nekevin nav xefika wergerên xirab ên ku dibe ji bingeha nivîsa orîjînal dûr bikevin.

Kovara jinan û pêşbirkan

Hevdem bi pêşangeha pirtûkan re Navenda Lêkolîn, Agahdarî û Belgekirina li ser Jinan CREDIF, weşandina hejmara 55’an a "Kovara Jinan" ragihand ku ji mêvanan re hate pêşkêşkirin. Di vê çarçoveyê de rêvebira giştî ya navendê Soniya Bin Camîa, diyar kir ku ev hejmara nû xwedî balkişandinek rojnamegerî û rewşenbîrî ya bêhempa ye û mijara wê ya sereke ji bo ronîkirina pirsgirêkên ku jin li deverên gundan pê re rûbirû dimînin, hatiye veqetandin.

Kovar balê dikşîne ser afirînerî û serkeftinên jinan

Soniya Bin Camîa destnîşan kir ku armanca vê hejmara nû ew e ku afirînerî û serkeftinên jinan li civakên gundan nîşan bide. Soniya, hewl dide ku stereotîp û formên cudakariyê li dijî vê komê ku bi serkeftî deverên gundan veguherandiye navendên aborî û nûjeniyê, çavkaniyên xwezayî bi bandor bikar tîne, bişkîne. Soniya wiha got: “Kovar mînakên îlhambexş ên karsaziya jinan, di nav de mîkro-karsaziyên jinan, NGO û komên pêşkeftinê pîroz dike. Ev hejmar rêzek cûrbecûr profîlên jinên ku di rêvebirin û destpêkirina projeyên pêşkeftinê yên pêşeng de serkeftî bûne, pêşkêş dike. Ev hejmar şiyana jinên Tûnisî nîşan dide ku li hember dijwariyên aborî, civakî û jîngehê bi ser bikevin û xwe wek hêmanek çalak di pêşkeftina herêmî û pêşkeftina civakê de bi tevahî nas bikin.”

Çalakiyên cûrbicûr ên di pêşangehê de

Pêşangehê her wiha çalakiyên zindî û muzîkî yên ku ji hêla hin weşanxaneyan ve hatine organîzekirin, di nav de pêşbirkên perwerdehiyê bi pirsên li ser zanîna giştî û jiyan û berhemên nivîskaran, pêşkêş kirin. Weşanxaneyan xelatên bi şiklê berhevokên çîrokan û pirtûkan ji bo komên temenî yên cûda pêşkêş kirin. Wek beşek ji însiyatîfek ku armanc dike teşwîqkirina xwendinê û belavkirina hişmendiya çandî di nav mêvanan de.

Hebûna Endonezyayiya berbiçav

Derbarê beşdariya navneteweyî ya pêşangehê de, çend welat derketin pêş. Pavîlyona Endonezyayî ji ber dewlemendî û cihêrengiya pêşangehên xwe, bi taybetî pirtûkên olî, di nav Tûnisiyan de herî gelêrî bû. Wek hev-organîzatorê pêşangehê, Endonezya bi pêşandana bûkên bi cilên kevneşopî û hin hunerên destan ên ku mîrata wan nîşan didin, dixwest aliyên din ên çandî ronî bike. Pêşangehan her wiha girîngî dan lixwekirina cilên xwe yên kevneşopî.