UNICEF: Li Sûdanê di nava şeş mehan de zêdetirî 300 zarok hatin kuştin
UNICEF’ê raporek weşand û ragihand ku li Sûdanê zarok bi “qirkirina bêdeng” re rûbirû ne. Her wiha bang li aliyên pêwendîdar kir ku zarok û sivîl werin parastin.
Navenda Nûçeyan – Ji ber şer, pevçûn, bombebarana berdewam, kêmxwarinî û nexweşiyên kujer, zarokên li Sûdanê di bin xetera “qirkirineke bêdeng” de ne. Li gorî raporan, êrîşên bi balafirên bêmirov (dron), bûne sedema herî mezin a mirin û birîndarbûna zarokan.
Rêxistina Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro ragihand ku di nava şeş mehên borî de, di şerê navxweyî yê Sûdanê de zêdetirî 300 zarokan ji ber êrîşên bi balafirên bêmirov jiyana xwe ji dest dane. UNICEF’ê bal kişand ku şer niha zêdetir li parêzgehên Kordofan, Darfûr û Nîla Şîn giran bûye û şerê dronan berpirsê ji sedî 60 kuştiyên herî dawî yên şer e.
Bangawaziya ji bo parastina zarok û sivîlan
Nûnerê UNICEF’ê yê li Sûdanê bal kişand ser êş û azarên zarokan ku ji ber şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de di nava xeleka tundî, koçberî û kêmxwariniyê de dijîn. Nûner bang li aliyan kir ku sivîl û binesaziya sivîl werin parastin, rê bidin ku alîkariyên mirovî bi ewlehî, zû, bê asteng bigihîjin cihên hewcedar û hemû tedbîrên mimkun bigrin da ku zarokan ji zirarê biparêzin.
Ji bo bajarê El-Ebeyd banga lêkolîneke lezgîn
Meclîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku li bajarê El-Ubeyd metirsiya rûdana hovîtiyên belav heye û nîgeraniya xwe li ser vê rewşê anî ziman.
Meclîsê daxwaz ji şandeyeke serbixwe ya tesbîtkirina rastiyan a Neteweyên Yekbûyî kir ku demildest lêkolînê li ser her cure binpêkirinên hiqûqa navdewletî û tawanên navdewletî yên gumanbar li vî bajarî bike ku niha ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve hatiye dorpêçkirin. Hat destnîşankirin ku zêdetirî milyon û 200 hezar kes ji bajarê El-Ubeydê koçber bûne.
Bîlançoya şerê ji Nîsana 2023’yan vir ve
Şerê ku ji Nîsana 2023’an vir ve li Sûdanê berdewam dike, bûye sedema mirina herî kêm 59 hezar kesan, koçberbûna nêzî 13 milyonî, birçîbûn û xelaya li gelek deverên welat. Her wiha niha zêdetirî 30 milyon kes hewceyî alîkariyên mirovî yên lezgîn in.