TJA: Em ê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê qebûl nekin
TJA'yê der barê girtiyên nexweş ên di girtigehê de jiyana xwe dest dane Halîl Guneş, Abdulrezzak Şuyur û Garîbe Gezer a ku bi awayekî bi guman di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek da û wiha hat gotin: “Em ê wek tevgera jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet ên mêr-dewletê qebûl nekin.”

TJA'yê der barê girtiyên nexweş ên di girtigehê de jiyana xwe dest dane Halîl Guneş, Abdulrezzak Şuyur û Garîbe Gezer a ku bi awayekî bi guman di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek da û wiha hat gotin: "Em ê wek tevgera jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet ên mêr-dewletê qebûl nekin."
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad der barê girtiyên nexweş ên di girtigehê de jiyana xwe dest dane Halîl Guneş, Abdulrezzak Şuyur û Garîbe Gezer a ku bi awayekî bi guman di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mêr-dewlet bi salan e li hemberî jinên Kurd, gelê Kurd û bi taybetî girtiyên di girtîgehan de polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û wiha hat gotin: "Li zindanan di şexsê gelê Kurd û jinan de hewl dide gelê Kurd bitirsînin û vîna Kurdan bişkînin. Di encama polîtîkayên şerê taybet ên ku li dijî berxwederên di girtîgehê de meşandin de, tenê di nava vê hefteyê de 3 rêhevalên me Garîbe Gezer, Halîl Guneş û Abdulrezzak Şuyur ji ber kiriyarên pergala mêr-dewletê ve şehîd ketin."
"Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke tevgera jinên Kurd wekî duh û îro sibê jî dê van polîtîkayên şerê taybet ên mêr-dewletê qebûl nekinû wiha bi dawî bû: "Em diyar dikin ku, em ê heta dawiyê li dijî vê polîtîkaya şerê taybet li ber xwe bidin, bi mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo heqîqetê û azadiyê, bi taybetî berxwedêrên zindanan, nasnameya xwe ya jinan, ziman, çand, av, ax û hemû nirxên xwe yên civakî biparêzin. Li ser vê bingehê em hevriyên xwe Garîbe Gezer, Halîl Guneş û Abdulrezzak Şuyur ên ku di zindanan de bi berxwedanê şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên hêja û gelê Kurd re dixwazin."