Terfa Mûsa: Ez li bendê me ku careke din Rêber Apo bibînim
Terfa Mûsa ya sala 1997’an li peytexta Sûriyê Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî li ser hevdîtina xwe wiha dibêje: “Dema ku min Rêber Apo dît, min hîs dikir ez di xewnek de me û naxwazim jê hişyar bibim. Ewqas bi heybet, ezamet, dilnzm û rûken bû Rêber Apo. Bi rastî ez nikarim pesnê Rêber Apo bidim û tu kes jî nikare, ji ber dîtinê her tişt pênase kir. Rêber Apo herî zêde bal dikişand ser azadiya jinan, ji ber ku dizanibû jin dostên fikrên wê yên azad in û pêşengên civakê ne. Min di wê hevdîtinê de cesareteke xurt ji Rêber Apo girt û di jiyana xwe de pêk danî, cara yekm bû min hîs kir piştgirî ji bo me jinan heye.”
Terfa Mûsa ya sala 1997’an li peytexta Sûriyê Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî li ser hevdîtina xwe wiha dibêje: "Dema ku min Rêber Apo dît, min hîs dikir ez di xewnek de me û naxwazim jê hişyar bibim. Ewqas bi heybet, ezamet, dilnzm û rûken bû Rêber Apo. Bi rastî ez nikarim pesnê Rêber Apo bidim û tu kes jî nikare, ji ber dîtinê her tişt pênase kir. Rêber Apo herî zêde bal dikişand ser azadiya jinan, ji ber ku dizanibû jin dostên fikrên wê yên azad in û pêşengên civakê ne. Min di wê hevdîtinê de cesareteke xurt ji Rêber Apo girt û di jiyana xwe de pêk danî, cara yekm bû min hîs kir piştgirî ji bo me jinan heye."
ROJ HOZAN
Qamişlo-Li Rojavayê Kurdistanê gelek dayikên berxwedêr hene ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine û tevli nirxandinên wî yên bi nirx bûne. Van dayikan hevdîtin, nîqaş û şîroveyên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirine ji xwe re wekî mîraseke dîrokî hewandine û parastine. Dema mirov li civata wan rûdinê û ji wan dayikan re dibêje dayê ma te Rêber Apo dîtiye wisa ji gotina navê rêbertî kelecanê digrin û bi kenekî nazik li ser lêvan dibêjin, êrê ez xwedî şans bûm loma min ew dît. Her dayikek çîrokeke wê heye û li cih û zemanekî cuda derbas kiriye. Mirov carna matmayî dimîne çawa wê hevdîtinê bi hemû kêliyên wê tînin ziman û nikarin bi dawî bikin. Dayika Terfa Mûsa bi temen 65 salî ji bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Terfa ked û xebateke pîroz ji bo doza azadiya Kurdistanê daye û di oxira wê de bûye dayik û xwîşka şehîdan. Di sala 1997’an de li peytexta Sûriyê Şamê çûye ba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heya niha bi wê soza xwe tevdigere. Nîşana wê ya serkeftinê her bilind e û ala Kurdistanê ya ku avêtiya ser milên xwe her weke barê doza azadiyê pênase dike. Têkildarî mijarê Terfa Mûsa behsa hedîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir.
"Ji salên demdirêj ve ez Tevgera Azadiyê nas dikim û di oxira wê de bûm dayik û xwişka şehîdan"
Terfa Mûsa qala naskirina xwe ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Destpêkê beriya her tiştî ez silavên xwe yên germ ji rêberê xwe re Rêber Apo re heya zindana Îmraliyê dişînim. Tevlibûna min a nava xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi riya birayê min bû ku ew jî niha yek ji pakrewanên Tevgera Azadiyê ye. Ji salên demdirêj ve ez vê tevgerê nas dikim û di oxira wê de bûme dayik û xwişka şehîdan. Beriya naskirina tevgerê malbata min xebatkarên Partiya Şoyî bûn û li ser doza Kurdistanê tu hînbûnên me tunebûn lê bi naskirina vê tevgerê re em bûn xwedî doz û ked. Kurê min Adil di sala 1993’an de tevli nava refên Tevgera Azadiyê bû, bi çûyîna wî re me sozek bi hev re da û heya niha sozdar im. Dema min mala xwe ji vê tevgerê re vekir min dizanibû ez ê berdêlan bidim, ez ne poşman im û pê serbilind im. Dema min fikrên Rêber Apo nas kir her xeyalên min hebûn ez rojekê wî bibînim û ji kaniya fikir û ramanên wî têr bibim. Rast e em nizanibûn bixwînin û binivîsînin lê me ji dil kar dikir û mêjiyê me bîra vê pêşerojê bû. Em dayikên Kurd parezvanên ramanên Rêber Apo bûn û her me civak li ser birêxistin dikir, ji ber ku dema malbatek dibû dostê vê rêxistinê ger jin ew dostanî dikir hemû mal vedibû û dostên me pir dibûn. Me dizanibû em ber bi riya azadiyê ve diçin ji bo wê li hemberî hemû cureyên tundiya sîstem û dewletê me sebir kir, di encamê de em gihîştin serkeftinên mayînde.”
"Dema min Rêber Apo dît min hîs dikir ez di xewnekê de me û naxwazim şiyar bibim"
Terfa Mûsa behsa hevdîtina xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û wiha pêde çû: “Piştî ewqas sal ji bendewariyê, min biryar da ez biçim Rêber Apo bibînim. Di 27’ê Mijdara 1997’an de min berê xwe da Şamê da ku xeyalên xwe pêk bînim û çavên xwe bi dîtina Rêber Apo ronî bikim. Rêber Apo Malbatên Şehîdan vexwendin civînekê, em gîhîştin cihê hevdîtinê me îstrehet kir û paşê ji me re gotin wê Rêber Apo niha bê we bibîne. Bi rastî dema wisa gotin lêdana dilê min zêde bû, min hîs dikir ez hê di xewnekê de me û naxwazim jê hişyar bibim. Ewqas bi heybet, ezamet, dilnzm û rûken bû ev Rêber Apo, bi rastî ez nikarim pesnê Rêber Apo bidim û tu kes jî nikare, ji ber dîtinê her tişt pênase kir. Rêber Apo bi vê hevdîtinê hemû pirsnîşanên di serê me de şîrove kirin û di encamê de em gihîştin wê rastiyê bê em Kurd çawa dijîn. Hemû pirsgirêkên di civakê de diqewimîn Rêber Apo jê heydar bû, te digot qey di her kêliya jiyanê de di nav me de dijî û dizane her yek ji me çawa dikare jiyana xwe dirust bike. Rêber Apo herî zêde bal dikişand ser azadiya jinan, ji ber ku dizanibû jin dostên fikrên wî yên azad in û ger jin ji vî fikrî re ne pêşeng bin nagihîjin serî. Di vê mijarê de zîhniyeta mêrên civakê jî rexne kir û paşverûtiyên ku li ser jinan tên ferzkirin red dikir. Min di wê hevdîtinê de cesareteke xurt ji Rêber Apo girt û di jiyana xwe de jî min pêk danî, cara yekem bû min hîs kir pişteke me jinan heye. Hemû kêliyên jiyana me danî ber çavên me û wisa me fêm kir ku bi rastî hê em kêm in di aliyê mêjî de û pirsgirêkên me pir hêsan in ger em di mekanê rast de mêjî bidin şuuxlandin. Rêber Apo ji me re digot: ‘Pêwîst e karê we bi disîplîn be, ji dil be û bê minet be wê demê em dikarin welatê xwe jî azad bikin û bi rûmet bijîn.’ Hemû gotinên wî perspektîf bûn û me jê sûd girt. Dema me xwarin dixwar Rêber Apo li ser maseya xwarinê ya gel rûniştibû û wisa bi rihekî dilnizim bi me re xwarin dixwar. Bi wan demên ku me bi Rêber Apo re derbas kir min tama azadiyê hîs dikir û wisa kelecaneke xurt xwe berdida nav dilê min. Min ewqas xwe bi qîmet dît, rola xwe di vê jiyanê de nas kir. Mirovên jîr û zane mîna Rêber Apo cihê wan ne zindan e, cihê Rêber Apo li ser paskê teyrê baz e ku wisa li tevahî cîhanê bigere û van ramanên bi nirx belav bike. Em hemû jin deyndarên Rêber Apo ne û pêwîst e di oxira azadiya wî de em bi vîneke xurt têbikoşin.”
"Min soz daye Rêber Apo û nabe jinên azad ji soza xwe vegerin"
Terfa Mûsa Komploya navneteweyî der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şermezar kir her wiha bal kişand ser texmînên wî der barê çarenûsa gelên li Rojhilata Navîn û wiha bi dawî kir: “Rêber Apo ji me re destnîşan kir ku dijminên me pir in û ji bo em bi ser nekevin wê her tiştî bikin û va mînakên wê li ber çavan e û di serî de hovîtiya dewleta tirk û dagirkeriya wê li ser axa Kurdistanê. Her wiha behsa girîngiya yekitiya gelan kir ku pêwîst e hemû gelên li Rojhilata Navîn dijîn destên xwe bidin hev û êdî vê bindestiyê li ser xwe qebûl nekin. Vaye em dibînin hemû gotinên Rêber Apo wan salan ji me re digotin hemû rast derketin. Em bûne lîstokên dewletên Ewropayê her roj, kuştin, koçberî û dagirkirin li Rojhilata Navîn diqewime û tu kes guhdarî nake. Rêber Apo fikrên dewletên desthilatdar red dikir û projeya demokrasiyê pejirand heya rastî komployeke ewqas bêbext hat. Her tim bawerî û hêvî serkeftinê bi xwe re tîne û em bi vê yekê bawer bûn heya em gihîştin van serkeftinan. Em komploya navneteweyî şermezar dikin û bi dil û can li pey fikrên Rêber Apo ne heya em bigihîjin azadiya mayînde ji bo Rêber Apo û tevahî gelê me. Rast e Rêber Apo bi fizîkî ne di nav me de ye lê hemû gotin û perspektîfên wî di mêjiyê me de cih girtine. Heya ez bijîm ez ê doza rêberê xwe bişopînim ji ber min soz daye û nabe jinên azad ji soza xwe vegerin.”