Têkildarî xelaya li Afganistanê bang li welatên cîhanê hat kirin

Bernameya Xurekê ya Cîhanê bal kişand ku Afganistanê 22,8 milyon mirov pirsgirêka xurekê dijîn, diyar kir ku pêwîstî piştgiriya cîhanê heye û banga alîkariya lezgîn kir.

Navenda Nûçeyan- Şer, nexweşî, helîna qeşayê, mezaxtina bêhiş, bendav, qetlîamên daran, qeyranên aborî û gelek sedemên din ji bo xirakirina hevsengiya avhewayê ya cîhanê bes in. Bi taybetî jî li welatên Rojhilata Navîn pirsgirêka avê û xurekê bi awayekî cidî bandorê li ser şert û mercên jiyana mirovan dike. Bernameya Xurekê ya Cîhanî ya li Afganistanê jî balê dikşîne ser Xureka li welat û banga alîkariya lezgîn dike.

"Pêwîstî piştgiriya cîhanê heye"

Seroka Bernameya Xurekê ya Cîhanî ya li Afganistanê Mary Ellen di hevpeyvînek ku duh dabû de, destnîşan kir ku Bernameya Xurekê ya Cîhanî heta niha li Afganistanê alîkariya 20 milyon kesan kiriye û diyar kir ku ev rêxistin ji bo hin zêdetir ji gelê Afganistanê re alîkarî bike, pêwîstiya wê bi piştgiriya cîhanê heye.

“22,8 milyon Afganî pirsgirêka xurekê dijîn”

Ji dema ku Talîban li Afganistanê hat ser desthilatdariyê ve qeyrana mirovî ya vî welatî tundtir bû û niha 22.8 milyon Afganî ku nîvê nifûsa vî welatî pêk tînin, pirsgirêka kêmbûna xurekê re rû bi rû ne. Mary Ellen der barê mijarê de, wiha dibêje: “Armanca sereke ya vê rêxistinê alîkariya xizanan e û heta dawiya vê salê ji bo alîkariya wan bike pêwîstiya wê 960 milyon dolar heye. Ji hin çavkaniyên mewcûd in û em ê ji bo alîkariya zivistanê ya ji herêmên dûr e 100 milyon dolar bigrin lê hê jî kêmasiyeke me ya mezin heye.”

Neteweyên Yekbûyî jî di demêk nêz de ragihandibû ku rewşa aborî ya Afganistanê piştî Talîban li Afganistanê hat desthilatdariyê hin zêdetir xirabtir bûye.