TAJÊ ji bo meşa TJA’yê peyama piştevaniyê şand

TAJÊ peyam ji meşa ku bi pêşengiya TJA’yê hatiye destpêkirin re şand. Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel da zanîn ku ew piştgiriyê didin meşê û diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê demildest mafê hêviyê pêk bê.

Navenda Nûçeyan – Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya ‘em bi hêvî dimeşin azadiyê’ ji Amedê berbi enqreyê ve meş hat destpêkirin.Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) peyama piştevaniyê şand ji meşê re.

Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel da zanînku ew hemû Dayikên Aştiyê û kesên tevli meşê bûne silav dikin û got: “Em berxwedana we ya birûmet silav dikin. Em wek TAJÊ piştgiriyê didin meşa we.Azadiya serokatiyê azadiya hemû bindestane. Rojhilata Navîn bi felsefeya Rêber Apo li ser piyane.  Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê demildest mafê hêviyê pêk bê.”