Li Xezayê hejmara kesên tên qetilkirin zêde dibe
Li gorî Wezareta Tenduristiya li Xezayê, hejmara kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezayê, ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan bû 455. Di êrîşên dawî de jî 24 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û agahiyên herî dawî parve kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Xezayê ku di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê de ye, di 24 saetên dawî de du Filistîniyên din ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê 151 jê zarok bi giştî 455 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
36 jê zarok 177 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji 22’ê Tebaxê vir ve ku Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê piştgirî kirin, li Xezayê 36 jê zarok 177 kes, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê jiyana xwe ji dest dan.
2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn
Tê diyar kirin li Xezayê ku nifûsa wê nêzî 2.3 milyon e, hejmara kesên ku ji ber êrîş û biryarên dersînorkirinê yên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûne bû 2 milyon û hejmarekî zêde gelek caran ji cih û warên xwe bûne.
Di êrîşên dawî de 24 kes jiyana xwe ji dest dan
Her wiha di êrîşên dawî yên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de, 24 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyan û şahidan, artêşa Îsraîlê di seatên serê siharê de dibistan û malên ku Filistîniyan xwe spartinê hedef girt.