Silava Remedan a di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûbû jiyana xwe jidest da
Siliva Remedan a di encama êrişa dewleta Tirk a di 18’ê Tebaxê de birîndar bûbû û ji wê dîrokê heya niha dihat dermankirin, jiyana xwe jidest da.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Tebaxê de navenda perwerdeya zarokên keç a li gûndê Şemoka bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de 4 zarok jiyana xwe jidest dabûn û Siliva Remedan jî di nav de 11 zarok birîndar bûbûn. Zaroka bi navê Silava Remedan îro jiyana xwe jidest da.
Silava Remedan a ji Dirbêsiyê di sala 2005´an de ji dayik bûye.