Sîbel Şahîn: Bila lêgerîna dayika min a ji bo bavê min nîvî nemîne

Dayikên Şemiyê di hefteya 878'an de aqûbeta Îsmaîl Şahîn ê di sala 1996'an de hat windakirin pirsîn. Keça Îsmaîl Şahîn Sîbel Şahîn wiha got: “Jiyana dayika min têra agahîgirtina bavê min nekir. Em dixwazin agahî bistînin. Em dixwazin bila lêgerîna dayika min a ji bo bavê min nîvce nemîne."

Stenbol- Dayikên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza winda bên dîtin û kiryar bên darezandin çalakiyê li dar dixin, çalakiya xwe ya hefteya 878’an jî li ser online pêk anîn. Di daxuyaniyê de aqûbeta Îsmaîl Şahîn ê di 18'ê Çileya 1996'an de li navçeya Beyoglu ya Stenbolê hat windakirin û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.
"Çû kar û careke din venegeriya" 
Di daxuyaniyê de ewil keça Îsmaîl Sîbel Şahîn axivî û diyar kir ku bavê wê li Şaredariya Beyogluyê dixebitî lê ew di sala 1996'an de ji bo biçe kar ji malê derket û careke din venegeriya. Sîbel Şahîn got; “Dema bavê min winda bû dayika min 21 salî bû, bi bapîrê min re serî li her derê dan lê encamek negirtin. Weke çareya dawî dayik û bapîrê min ez û xwişka min hembêz kirin û çûn Galatasarayê. Ji bo ku kesek bavê min li wir bibîne û bibihîze, wêneyê wî hilgirtin. Ez û xwişka xwe li Galatasarayê mezin bûn."
"Bêedaletiyê dayika min kuşt" 
Sîbel Şahîn a ku anî ziman dayika wê 19 sal in ji bo jî hevjînê xwe agahiyêk bistîne li benda sekinî lê bêyî agahiyêk jê bigire jiyana xwe ji dest da, wiha axivî: “Dayika min dema li ber pencereyê li benda bavê min bû, enîşkên wê yên danî ber pencereyê nasir girtin lê di 40 saliya xwe de bêyî agahî jê bigre jiyana xwe dest da. Penceşêrê wê nekuşt, wekî her tim digot bêedaletiya jiya 4 sal piştî mirina diya min kalikê min Halîl Şahîn jî jiyana xwe ji dest da. Em wek zarok û neviyên wî dixwazin aqûbeta Îsmaîl Şahîn bizanibin. Jiyana dayika min têra agahî standina bavê min nekir. Em dixwazin agahî jê bigrin. Em dixwazin bila lêgerîna dayika min a ji bo bavê min nîvço nemîne."
"Serlêdan bêencam man” 
Piştre xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 878'an xwend. Masîde Ocak, diyar kir ku roja Îsmaîl Şahîn winda bû hevriyên wî diyar kirin ku Îsmaîl Şahîn de ji nişkave winda bûye û îfadeyên hevnegirtî dane. Masîde Ocak diyar kir ku di heman rojê de keça Îsmaîl Şahîn a 4 salî ji dayika xwe re gotiye ku bavê xwe di televîzyonê de li gel polîsan dîtiye. Maside Ocak got; “Malbatê serî li Şaredariya Beyogluyê da. Diyar kirin ku Îsmaîl Şahîn di saetên kar de hatiye windakirin û berpirsyarê vê yekê xwediyê kar in û xwest bûyer bê lêkolînkirin. Malbatê li Midûriyeta Polîsan a Beyogluyê serlêdana windahî kir û li dozgeriyê serlêdana sûc kir û xwest aqûbeta Îsmaîl bê lêkolînkirin. Hevjîna Îsmaîl Kîraz û bavê Îsmaîl Halîl Şahîn ên ku ji serlêdanên xwe encam negirtin, bi du zarokên di hembêza xwe de û wêneyê Îsmaîl di destên wan de hatin Galatasarayê û tevli Dayikên Şemiyê bûn.
Bang li saziyên edlî hat kirin
Masîde Ocak destnîşan kir malbata wî heta nefesa xwe ya dawî her tim hêviya xwe ji agahî girtina Îsmaîl Şahîn zindî girtine, diyar kir ku jiyana Halîl û Kîraz a ku di 21 saliya xwe de bi du zarokên xwe re hatin Galatasarayê têra agahî girtina ji Îsmaîl Şahîn nekir. Masîde Ocak bal kişand ku dewlet ji lêkolîn û eşkerekirina aqûbeta ne tenê di binçavkirinan de windabûn berpirsyarê, di heman demê de kesên ji holê windabû ne jî berpirsyar e û wiha got; “Em bang li rayedarên darazê yên ku 26 sal in der barê windakirina Îsmaîl Şahîn de bê çalakî ma ne, ji bo lêpirsînek bi bandor li ser dosyayê dibin destpekirin dikin. Em bang li Şaredarê Beyogluyê Alî Haydar Yildiz dikin ku ji bo xebatkarê wan Îsmaîl Şahîn ê dema li ser karê xwe winda bûye, ji bo lêkolîn û lêpirsînê Lijneya Teftîşê bike tevgerê.”
“Em ê dest ji Galatasarayê bernedin”
Masîde Ocak got: “Çend sal jî derbas bibin em lêgerîna edaletê ya ji bo Îsmaîl Şahîn û hemû windayan û bibîrxistina divê dewlet di çarçoveya pîvanên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere, bernedin, ev peyam da “179 hefte ne Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin.”