Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Qaîdiyat wê li Tûnisê bê lidarxistin

Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Qaîdiyat dê di navbera 4-10’ê Îlonê de bê lidarxistin. Ji komîteya amadekar Emîra Dilş destnîşan kir ku armanca vê konferansê ragihandina dengê jinên Qaîdiyat ye.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Qaîdiyat wê di navbera 4 heya 10'ê Îlonê de li Tûnisê bi beşdariya 300 jinên ji 50 welatên Ereb, Afrîka û Ewropayê bê lidarxistin.

Ji bo hînbûna hûrgiliyên Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Qaîdiyat ajansa me bi endama Komîteya Amadekar a Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Qaîdiyat Emîra Dilş re hevdîtinek pêk anî.

"Jinên Qaîdiyat di cîhanê de koma herî marjînal e"

Emîra Dilş diyar kir ku rêxistinên çepgir ên navneteweyî yên li Elmanyayê hene, ji hin jinên aktîvîst û sendîkavanên Tûnisî re pêşniyar kirin ku konferans li Tûnisê bê lidarxistin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev di sala 2017 û 2018'an de di serdana şandeke rêxistina Ecore ya Almanyayê de hatibû pêşniyarkirin û diviyabû du sal berê bihata organîzekirin, lê ji ber şert û mercên pandemiya Covid-19 hat paşxistin. Konferans wê bi meşekê destpê bike. Paşê wê şahiya vekirinê bi amadebûna hemû beşdarên ji hundir û derve destpê bike. Piştre xebatên konferansê ku di nav wan de komxebat, panel, danişînên plenary, girêdanên hunerî û pêşangehên jinên gundî hene wê bidomin. Jinên Qaîdiyat ku karker, cotkar û gundî ne hatin hilbijartin, ji ber ku piraniya beşdarên vê konferansê çalakvanên çepgir û şoreşger in. Jinên Qaîdiyat di cîhanê de koma herî marjînal e."

"Wê zehmetiyên ku jinên Qaîdiyat dikêşin, bên nîqaş kirin"

Emîra Dilş got ku armanca konferansê ew e ku dema behsa rola jinan a li Tûnisê yan jî li welatên cîhanê tê kirin, wê ji sembolîzma bûrjûwaziyê derxistin û ragihandina dengê jinên Qaîdiyat ye û wiha axivî: "Jinên Qaîdiyat ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in û gelek zehmetiyan dikşînin. Di konferansê de bi taybetî di komxebatan de dê ev zehmetî û astengiyên jinên Qaîdiyat bên nîqaş kirin ji bo lêgerîna çareseriyên muhetmel ji bo wan. Welatiyên dervayî welat û welatên Ewropayê ji Almanya, Belçîka, welatên Afrîqa û Asyayê û welatên Erebî yên wekî Misir, Sûriye, Mexrib, Îraq û Filistîn beşdarî vê konferansê dibin."

"Ez hemû çalakvanên Tûnisî yên ku bi mafên jinan bawer in vedixwînim beşdariyê"

Emîra Dilş da zanîn ku dê gelek komele beşdarî konferansê bibin û wiha pê de çû: "Di nav de Komeleya Milyon Rîfîya Bidûn Erd, Komeleya Jinên Demokrat, Jinên Di Sendîkaya Karkeran de, Yekîtiya Jinan, Sendîkaya Rojnamegeran, Komîteya Jinan a Letîfe Temalla, Komeleya Mafên Mirovan. Ez hemû rêxistin û komeleyên Tûnisî û hemû çalakvanên Tûnisî yên ku bi mafên jinan bawer in vedixwînim beşdariyê."

Tevgera Jinên Qaîdiyat ji bo avakirina tevgereke jinê ya cîhanî ya li ser esasê prensîbên têkoşînê hatiye avakirin û ji partiyan serbixwe ye, bi awayekî demokratîk kar dike û di nîqaşan de çanda diyaloga demokratîk pêk tîne, ji bo ku tevgera jinan a cîhanê bi awayekî domdar pêş bixin.