Sê sal di ser erdhejê re derbas bû: Hê jî navenda tenduristiyê nehatiye avakirin

Li Amedê li cihê du navendên tenduristiyê yên malbatê ku di erdhejê de hilweşiyan, avahî nehatin çêkirin. Kedkarên tenduristiyê bi awayekî demkî di du odeyan de di mercên zor de ji hezaran kesan re xizmetê dikin dibêjin ku sê sal in soz nehatine bicihanîn

EKÎN STÊRK

Amed Tevî sê sal derbas bûn jî li şûna Navendên Tenduristiyê yên Malbatê li taxên Emek û Şeyhşamîlê yên li di erdhejê de hilweşiyan, hê avahiyên nû nehatin çêkirin. Kedkarên tenduristiyê yên hewl didin di qadeke demkî ya di du odeyan de xizmetê bidin, diyar kirin ku her sal heman soz dubare dibin lê heta îro yek ji wan nehatin bicihanîn.

Pirsgirêkên binesaziya tenduristiyê li Amedê piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’an ên navenda wê Mereş qewimîn, berdewam dikin. Ji ber ku li şûna Navendên Tenduristiyê yên Malbatê yên taxên Emek û Şeyhşamîl (ASM) yên ji ber erdhejê hilweşiyan, hê avahiyek nû nehatiye çêkirin, xizmetên tenduristiyê li qadên demkî yên ku li Pirtûkxaneya Giştî ya Ferzad Kemanger a di bin sîwana Şaredariya Rezanê de hatine avakirin, didome.

Qadên nepenîtiyê tune ye

Bijîşkên malbatê û kedkarên tenduristiyê yên zêdetirî 3 sal in li pirtûkxaneyê tenê di du odeyan de xebat dimeşînin, anîn ziman ku neçar in heman qadê parve bikin, nepeniya nexweşan nayê misogerkirin û şert û mercên fîzîkî ji bo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê têr nake.

Hîjyen tune ye

Bijîşkên ku pîşeya xwe li qata jêrîn a avahiyê didomînin, jêrzemîna netendurist jî mîna cihekî ji bo enfeksiyon, pansûman û karên girtina xwînê bi kar tînin. Ev rewş, bi awayekî zelal nîşan dide ku hîjyen nîn e.

Ji bo bi hezaran kesan di şert û mercên netêrker de xizmet tê dayîn

Bijîjk, tevî ku di şert û mercên xirab û dijwar de xizmet didin 35-40 hezar kesan jî û tevî ku Yekîtiya Ewropayê bi şertê ku “Navenda Tenduristiyê ya Koçberan” were çêkirin destûra diravdayînê dabe jî hê avahiyek nû nehatiye çêkirin. Kedkarên tenduristiyê yên ku 3 sal in cih nehatiye dayîn, di saziyeke perwerdeyê de pîşeya xwe didomînin. Ev rewş, rewşa pergala tenduristiyê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê û zehmetiyên ku kedkarên tenduristiyê dijîn, radixe ber çavan.

Perwerde û tenduristî li heman cihê ye

Bijîşkên ku diyar kirin neçar mane di pirtûkxaneyê de xizmet bidin, dan zanîn ku ev cih bûye qadeke ku hem xebatên perwerdeyê hem jî yên tenduristiyê di heman demê de tên kirin û ev rewş bandoreke neyînî hem li ser kedkarên tenduristiyê hem jî li ser xwendekaran dike.

Sozên ku sê sal in tên dayîn!

Hat hînbûn ku di 30’yê Hezîranê de Qaymeqamê Navçeyê serdana navenda tenduristiya malbatê kiriye û bi keyayê taxê û kedkarên tenduristiyê re hevdîtin kiriye. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de hatiye gotin ku projeya têkildarî navenda ASM’ê temam bûye, pêvajoya îhaleyê wê di 25’ê Tîrmehê de dest pê bike û tê plankirin ku piştî temambûnê, navend di nava salek de ji bo xizmetê bê vekirin.

Lê belê kedkarên tenduristiyê, diyar kirin ku sê sal in heman soz dubare dibin lê heta îro tu sozên hatine dayîn nehatine bicihanîn.

Perwerde jî asteng dibe

Mamosteyên Pirtûkxaneya Giştî ya Ferzad Kemanger jî diyar kirin ku piştî erdhejê biryara veguhestina navendên tenduristiyê ya ji bo avahiyek aydê şaredariyê di heyama rêveberiya qeyûm de hatiye dayîn. Her wiha diyar kirin ku li avahiyê xebatên perwerdeyê jî hene û pirsgirêkên heyî bandorê li perwerdeyê jî dikin.